Li Kerbelayê xwepêşandan: 18 kes hatin kuştin

Li Kerbelayê xwepêşandan: 18 kes hatin kuştin

Li bajarê Kerbela yê Iraqê herî kêm 18 kes di xwepêşandanê de hatin kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Kerbela yê Iraqê herî kêm 18 kes di xwepêşandanê de hatin kuştin.

Şeva borî li bajarê Kerbelayê jî xwepêşandanek mezin li dijî hikûmetê hat lidarxistin.

Di demek kurt de di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehîyê de şer û alozî derket.

Li gorî agahîyan, di wî şerî û alozîyê de herî kêm 18 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ji alîyekî din, duh nîvê şevê li Bexdayê derketina derve hatibû qedexekirin lê bi hezaran kes derketin derve û ew fermana hikûmetê binpê kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin