Li Hewlêrê şaxa Encûmena Sivîl a Efrînê hat avakirin

Li Hewlêrê şaxa Encûmena Sivîl a Efrînê hat avakirin

.

A+A-

Ev 3 sal e mala Cîgar Xelîl Ebdo ya Efrînî di destê grûpên opozisyona Sûriyê de de ye.

Cîgar Xelîl Ebdo li gundê Kum Reşê yê ser bi Raco ve li Efrînê xwedî mal û mulk bû. Lê niha her hemû bûye bingeheke leşkerî ya grûpên opozisyona Sûriyê.

Ev jina Efrînî 3 sal e di hesreta mal û malbata xwe de ye ku bi gotina wê vegera Efrînê bi hebûna wan grûpan nabe.

Cîgar Xelîl Ebdo, dibêje, “Ez gelekî dizwazim vegerim Efrînê, lê ez ê çawa vegerim ku ew kes di mala min de ne. Niha malbata min li Efrînê ne, ew grûp daxwaza zeyt û pereyan ji wan dikin.”

`Dest bi dest ji bo ku darên zeytûnan berbidin` bi vê dirûşmê Encûmena Sivîl a Efrînê, Cîgar û nêzîkî 350 kesên din yên Efrînê li Hewlêrê kom kirin û piraniya giftigoyên wan li ser vegera xelkê Efrînê bû.

Heval Mihemed Bekir jî vegera Efrînê weku xewnekî dibine û dibêje, “Êşa me niha tenê ew "çete ne" ku weku grûp di nava Efrînê de belav bûne. Tirkiyê tiştekî di Efrînê de nakê, lê bi riya wan grûpan her karekî bixwaze dike, lewma bi çûna wan grûpan hemû xelkê Efrînê wê vegerin mala xwe.”

Encûmena Sivîl a Efrînê di wê kombûnê de nûnerayetiya xwe ya li Herêma Kurdistanê ragihand ku 15 kesan xwe berbijar kirin û her hemû bi erêkirina kesên amade hatin hilbijartin.

Kesên ji bo Encûmena Sivîl a Efrînê hatine hilbijartin:

-Yehya Mihemed Xelo

-Sibhî Henan Betal

-Mihemed Ehmed Xilo

-Xalid Hecî Hesen

Birbeng Ebdulqadir

-Luqman Ebdulkerîm

-Erselan Reşo

-Şiyar Hesen Omer

-Xoşnaf Memo

-Zeyneb Îbiş

-Ednan Sîdo

-Mehmûd Menan

-Munîr Koce

-Hêvîn Qedûr

-Arif Hebeş

Yehya Mihemd Xelo, Endamê Nûnertiya Encûmena Sivîl a Efrînê li Herêma Kurdistanê, dibêje, “Bi çi warî be û bi çi rengî be, em dixwazim alîkariya xelkê xwe bikin, bi taybet xelkê me yê ku li Şehba dimînin. Herweha em dixwazin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî alîkar be li gel me.”

Munîr Koçe, Endamê Nûnertiya Encûmena Sivîl a Efrînê li Herêma Kurdistanêç diyar dike, “Em dixwazin xelkê me bi Efrînî ne bi hizbî bifikirin, da em bikaribin karekî baş bikin.”

Encûmena Sivîl a Efrînê 18 Adara 2018an hat avakirin û navenda wê li Ewropa ye û ofîsên wê li Turkiyê û Efrînê jî hene û piraniya karê wê li ser vegera welatiyên Efrînê ye.

Dagirkirina Efrînê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin