Li Enqereyê tevahîya çalakîyan hatin qedexekirin

Li Enqereyê tevahîya çalakîyan hatin qedexekirin

Li Enqere ya paytexta Tirkîyê ji bo dema 15 rojan tevahîya çalakî, kombûn û meş hatine qedexekirin.

A+A-

Parêzgarîya Enqerê ragihandîye, ji ber zêdebûna tûşbûyên Coronayê û herwiha bûyerên curbicur li wê parêzgehê, wan biryar daye ku tevahîya çalakîyên weke meş, xwepêşandan, konfransên rojnamevanîyê, vedana çadiran û çalakîyên sivîl bêne qedexekirin.

Li gor amarên fermî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê heta niha 202,284 kes tûşî vîrusa koronayê bûne û ji wê hejmarê jî 5,167 kesan canê xwe ji dest dane.

Ev biryara parêzgarîya Enqerê di demekê de ye ku xwepêşandan û meşên parêzerên Baroyên Tirkîyê li hemberî guhertina yasaya parêzeran li Enqerê û Stenbolê birêve diçûn.

Fraksyonên AK Partî û MHPê projeyasayek derbarê baroyên Tirkîyê de amade kirine û roja 30ê Hezîranê pêşkêşî parlamentoya wî welatî kirine.

Hikûmet piştgirîya wê projeyasayê dike, lê belê ew projeyasa rastî nerazîbûna opozisyonê û herwiha baroyên çendên bajarên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê hatîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin