Li Êlihê ciwanek di çem de xeniqî

Li Êlihê ciwanek di çem de xeniqî

Li Êliha Bakurê Kurdistanê ciwanek ket çem û xeniqî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Bûyerê li gundê Biçakçî yê nêzikî Çemê Êlihê rû da. Ciwanê bi navê Suleyman Çelîk, ji bo masîgirtinê çûbû ber çem.

Lêbelê piştî demekê ew ciwanê ku temenê wî 19 sal bûn, dema ku hewl dida masîyan bigire ket ava çem.

Heval û xelkê li wê herêmê li ser wê rewşa tîmên hawarçûnê agahdar kirin.

Tîmên hawarçûnê jî bi gihiştina cihê bûyerê ji bo dîtina wî ciwanî ku bi avê de çûye, xebat dane dest pê kirin.

Li gor zanyarîyan xebatên ji bo dîtina wî ciwanî bi şev hatine rawestandin û dê sibê dîsa bên destpêkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin