Li Diyarbekirê dikandaran daketina nirxê Lîreyê Tirkî protesto kirin

Li Diyarbekirê dikandaran daketina nirxê Lîreyê Tirkî protesto kirin

.

A+A-

Nirxê Lîreyê Tirkî li hemberî Dolarê Amerîkî di rojekê de nêzîkî %20 daket.

Nirxê Lîreyê Tirkî li hemberî Dolarê Amerîkî di rojekê de nêzîkî %20 daket û her Dolarekî Amerîkî bû 13 lîre û 50 quruş. Li Diyarbekirê hejmareke dikandar bertek nîşanê vê yekê dan û dolarên nimûne şewitandin û ev rewş protesto kirin.

Li Diyarbekirê hejmarek dikandar li nava bazarê gihiştin hevdû û bi şewitandina dolarên nimûne daketina nirxê Lîreyê Tirkî protesto kirin. Lîreyê Tirkî di rojekê de li hemberî Dolarê Amerîkî nêzîkî %20an zêdetir nirxê xwe winda kir û dolarek ji 13 lîreyan borî. Dikandarên bi taybetî bazirganiya telefonan dikin gotin; bi nirxê pereyê ku îro pê telefonê difiroşin sibe nikarin telefoneke din bikirin.

Dikandar Sînan Gunerî ji K24ê re diyar kir: “Rewş roj bi roj xirabtir dibe. Em dixwazin wekî mirovan jiyana xwe berdewam bikin. Îro Dolar ji 11 lîreyan derket 12 lîre û nîvan. Ev ji bo aboriya me ji bo danûstandina me nebaş e. Roj bi roj xirabtir dibe. Em dixwazin çareseriyek ji halê me re pê peydakirin, bi rastî jî halê dikandaran gelek xirab e.”

Esnaf û dikandarên ku kelûpelan bi Dolaran dikirin ji kêmbûna danûstandinê gilî û gazindan dikin. Li gorî gotinên dikandaran ji ber ku welatî bi pereyên xwe bi zehmetî dikarin pêdiviyên xwe yên rojane bistînin nikarin telefonên bi dilê xwe bikirin. Dikandaran gotin ku ti rayedar pirsa halê wan nake û ji pirsgirêkên wan re ti çareseriyan peyda nakin.

Firoşkarê telefonan Berat Sari destnîşan kir: “Ev protestoya me ji ber Dolarî ye. Dolar îro ji 7 lîreyan, ji 8 lîreyan derketiye 12, 5 lîreyan. Ji ber wê yekê rewşa me ne gelek baş e. Malê ku em îro difirin em nikarin dîsa bi heman pereyi bikirin. Ji ber vê yekê sermiyanê me kêm dibe. Rewşa me û gelê me nebaş e.”

Dolarekî Amerîkî di 1ê Mijdara 2021ê de 9 lîre û 55 quruş bû. Di 23ê Mijdarê de Dolarekî Amerîkî derket 13 lîre û 35 quruşan. Wate; di nava 23 rojan de 3 lîre û 80 qurîş li dolarî zêde bû. Bazirgan, dikandar û welatî ji vê rewşê bêzar bûne û dibêjin; roj bi roj Lîreyê Tirkî qîmetê xwe winda dike û di berîka wan de dihele. 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin