Li Dêrsimê şer

Li Dêrsimê şer

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera leşkerên Tirkiyê û grûpeke çekdar de pevçûn derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

A+A-

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera leşkerên Tirkiyê û grûpeke çekdar de pevçûn derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

 

Walîtiya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihandiye, şer li navçeya Pulurê ya ser bi wê parêzgehê ve derketiye.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, şer û pevçûna bi wê grûpa çekdar re di demekê de çêbû, ku tîmên Operasyonên Taybet ên Cendirmeyan li herêmê operasyonek dabûne destpêkirin.

 

Li gor daxuyaniyê, di encama pevçûnan de 2 kesên ji grûpa çekdar hatine kuştin.

 

Lê belê Walîtiya Dêrsimê ti amaje bi wê yekê nekiriye, ku ew grûpa çekdar ser bi kîjan rêxistinê ve bûye.

 

Piştî bûyerê, hejmara hêzên ewlehiyê li navçeya Pulurê hatiye zêdekirin û Walîtiya Dêrsimê jî diyar kiriye, ku li cihê pevçûnê operasyon hatiye destpêkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin