Li Dêra Zorê di navbera HSD û hêzên Sûriyê de şer!

Li Dêra Zorê di navbera HSD û hêzên Sûriyê de şer!

Li Dêrezorê şer di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên rêjîma Sûriyê de derket. HSDê rêjîma Sûriyê bi piştevanê terorê binav kir.

A+A-

Peyvdarê HSDê Kîno Gabriyêl di daxuyaniyekê de ragihand, li Dêra Zorê ji şeva bûrî ve hêzên rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê ve êrîşî xalên HSDê yên li ber çemê Ferêt dikin.

Peyvdarê HSDê da zanîn jî, hêzên rêjîma Sûriyê hewl didin ber bi gundên ku berê ji aliyê wan ve ji DAIŞê hatine rizgarkirin bên, lê şervanên HSDê rê nadin wê yekê û bersiva hêzên rêjîma Sûriyê dan.

Kîno Gabriyêl tekezî li ser pabendbûna HSDê ya jinavbirina terorê kir û got: “Ev êrîşa rêjîma Sûriyê li ser xalên HSDê di çarçova piştevaniya rêjîmê ji terorê re tê. Herwiha rêjîma Sûriyê jî rêgiriyê jî li şerê li dijî terorê dike.”

Ev şer di demekê de tê, duhî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû, HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê xwe ji bo operasyoneke nû li dijî DAIŞê li gundewarê Dêre Zorê û Hesekê ve amade dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin