Li Batmanê Sempozyuma Çand, Ziman û Perwerdeyê hat lidarxistin

Li Batmanê Sempozyuma Çand, Ziman û Perwerdeyê hat lidarxistin

.

A+A-

 Li Batmanê ji aliyê komeleya Arî ve Sempozyûma Çand, Ziman û Perwerdeyê hat li darxistin. Di sempozyûmê de Zimannas û nivîskaran bal kêşandin ser pirsgirêkên zimanê Kurdî û bişaftinê û hişyarî hat dayîn ku di warê neteweyî de girîngîdayîna ziman yek ji hêmanên herî girîng e.

Li Batmanê di Avahiya Baroya Batmanê de ji aliyê Komeleya Arî ve bi beşdariya Zimannas, Nivîskar û siyasetmedaran Sempozyûma Çand, Ziman û Perwerdeyê hat li darxistin. Rûniştina yekem de bi moderatoriya Faysal Ozdemîr Zimannasên wek Samî Tan li ser nasname û ziman û Mîkaîl Bulbul jî li ser standardîzasyonê di çarçoveya Ziman û Netewesaziyê de gotarên xwe pêşkêş kirin û bal kêşandin ser pêwîstiya xwedî statubuna zimanê Kurdî.

Zimannas Mîkaîl Bulbul ji K24ê re got: “ Rewşa zimanî li Bakurê Kurdistanê ne baş e. Di navbera nifşan de veguhastina bikaranîna zimanê Kurdî derbeyek xwarî ye. Kesên ku Kurdî zanin û naaxifin hene. Ev sempozyum bo van mijaran de hişmendiyek çêke girîng e.”

Zimannas Samî Tan dibêje: “Hemû xebatên derbarê Kurdî tên kirin tên astengkirin, derî bo Kurdî tên girtin. Bo gihiştina armancan derî bo tirkî tenê vekirîye. Divê em vê pergalê têk bibin. Zimanê me jî binirx e û hêja ye.”

Di rûniştina duyem de bi moderatoriya Ziya Mukriyanî mijara  Ziman û Bişaftinê hat nirxandin û zimannasên wek Bahoz Baran, Şerîf Derînce, Behrûz  Şucaî û Haydar Diljen gotarên xwe pêşkêş kirin û Zimannas Bahoz Baran hişyarî da ku kesayetên bibandor ên Kurd divê bala civaka Kurd bikişînin ser xwedîlêderketina zimanê Kurdî.

Zimannas Bahoz Baran diyar kir: “Rewşa me çiye û em çi dikin û lazim e çi bikin. Bo zanîna van mijaran ev sempozyum girîng e. Ziman ne zêr e ku em têxin bin erdê û paşê derxin û nirxê xwe biparêze. Divê em bi Kurdî biaxifin.”

Di runiştina sêyem a Sempozyûma Çand Ziman û Perwerdeyê de bi Moderatoriya Mehmet Esen Profesor Celîlê Celîl, nivîskar Zeynep Yaş û nivîskar Mem Mûkriyanî derbarê ziman û folklorê de gotarên xwe pêşkêş kirin û bal kêşandin ser dewlemendiya ziman û folklora Kurdî. Sempozyûma ku li Batmanê hatî lidarxistin rastî eleqeyeke baş hat.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin