Li Amedê pevçûna çekdarî: 5 kes hatin kuştin

Li Amedê pevçûna çekdarî: 5 kes hatin kuştin

Li navçeya Farqîn a ser bi Amedê ve di navbera sê malbatan de alozî derket û alozî vegeherî pevçûneke çekdarî. Di pevçûnê de 5 kes hatine kuşştin û 8 kes jî birîndar bûne.

A+A-

Li navçeya Farqîn a ser bi Amedê ve di navbera sê malbatan de alozî derket û alozî vegeherî pevçûneke çekdarî. Di pevçûnê de 5 kes hatine kuşştin û 8 kes jî birîndar bûne.

 

Li gor agahiyên berdest li gundê Gokçetevek (Reşik) a Farqînê Enver Tekîn ji ber sedemeke ku hêj ne diyar e keça xwe Gulşen Poyraz a  dabû malbata Poyraz anî mala xwe. Li ser vê malbata Poyraz ji bo ku biçe Gulşen bîne çûn mala Enver Tekîn. Li mala Tekîn herdu malbat bezîn hev û paşê bi çekan şer kirin.

 

Paşê malbata Narîn jî hatin pişta malbata Tekîn.

 

Di pevçûnê de Azîz Narîn (22), Halîse Narîn, Gokhan Narîn (22), Edîp Ograş û kesekî ku navê wî hêj ne diyar e hatin kuştin, Cevat, Felak, Mevlut, Burak, Munevver û Cevat Narîn, Tegmen Yapici û Firat Tekîn ji birîndar bûn.

 

Kesên birîndar bûne bo nexweşxaneyên Farqîn û Amedê hatin veguhestin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin