Leyla Zana serkevtinê bo Mesrûr Barzanî dixwaze

Leyla Zana serkevtinê bo Mesrûr Barzanî dixwaze

Leyla Zana, sîyastevana nasyayî ya Kurd û perlemantara berê ya Tirkiyê, di peyamekê de, bo Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, ragehand

A+A-

Leyla Zana, sîyastevana nasyayî ya Kurd û perlemantara berê ya Tirkiyê, di peyamekê de, bo Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, ragehand: Hêvîdarim bi hemû şîyan û hêza xwe hewla çareserkirina arîşeyan û paraztina destkevtên xelkê Kurdistanê bidin.

Sîyastevana Kurd, Leyla Zana, di peyemekê de ku arasteya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kirîye,  ji bilî nîşandana xweşhalîya xwe beraneber destbikarbûna kabîneya nehema hikumeta Kurdistanê,  hêvîdare jî Mesrûr Barzanî di erkên xwe yê nû de, serkevtineke mezin bi dest xwe ve bihîne  ji bona xizmetkirina xelkê Kurdistanê.

Leyla Zana di peyama xwe de dibêje: Ez di demekê de bi hesteke gerim pîrozbahîyê li heweyên birêz, cêgirê serok wezîran û kabîneya nû ya hikumetê dikin, hêdarim hun bi hemû şîyan û hêza xwe hewla çareserkirina arîşeyan û paraztina destkevtên xelkê Kurdistanê bidin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin