Leyla Guven hat berdan

Leyla Guven hat berdan

Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentere berê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hekkarîyê Leyla Guven hat azadkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan Êvara roja sêşemê Hevseroka KCDê û parlamentere berê ya HDPê ya Hekkarîyê, piştî girtina wê ji 5 rojan hat azadkirin.

Leyla Guven ku ji ber 6 sal û 3 meh cezayê wê yê ji doza KCKê ji alîyê Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin parlementerîya wê hatibû hilweşandin, piştî wê yekê jî 4ê Hezîranê  hatibû desteserkirin.

Leyla Guven ji ber cezaya  mehek û nîvê mabû hatibû girtin û li Girtîgeha Dîyarbekirê ve jatibû bi cî kirin.

Hevseroka KCDê û Parlementera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlementerê HDPê yê Amedê Mûsa Farisogullari Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu 4ê Hezîranê parlamenterîya wan hatibûn betalkirin û girtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin