Kurdistan: Qedexeya hatinûçûna navbera parêzgehan hat dirêjkirin

Kurdistan: Qedexeya hatinûçûna navbera parêzgehan hat dirêjkirin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryar da, ku qedexeya hatinûçûnê ya di navbera parêzgehên herêmê de heta 15ê Hezîranê dirêj bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîyekê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihandîye, ku “pêwîst e hemwelatî pabendî rêkarên xweparastina ji koronayê bibin” û tekez kirîye, “pêwîst e mesafeya di navbera hemwelatîyan de ji 1.5 metrî kêmtir nebe û li firoşgehan û cihên xizmetguzarîyan maskeyan bikar bînin.”

Wezareta Navxwe herwiha daye xuyakirin, “ku hatinûçûna di navbera parêzgehan de bi rêpêdana elektronîkî dibe û di demên gelek pêwîst de hemwelatî dikarin daxwaza vê xizmetguzarîyê bikin.”

Di beşeke daxuyanîyê de, Wezareta Navxwe derbarê danîna merasimên şîn û tazîyê de hişyarî daye û dîyar kirîye: “Danîna şînê eger li mal be jî, qedexe ye û her kesek biryarê binpê bike dê bi du milyon dînaran were cezakirin.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin