Kiliçdaroglu rastî êrîşekê hat

Kiliçdaroglu rastî êrîşekê hat

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP)ê Kemal Kiliçdaroglu dema beşdarî merasîma termê leşkerekî li Enqerê bû rastî êrîşê hat.

A+A-

Îro li Enqereyê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu beşdarî merasîma veşartina termê leşkerekî bûbû ku di dema şerê bi PKKyê ra li Colemêrgê, mirîbû.

Di merasîmê da, Kemal Kiliçdaroglu rastî êrîşek hat. 

Kiliçdaroglu bi dorpêçandina hêzên ewlehîyê, derbasî malekê hat kirin û provakatoran dora wê malê jî pêçand û kevir avêtin û dirûşmên nijadperest bilind kirin.

Di girtevîdyoyekê de duxuyê yek ji êrîşkaran diqîre û dibêje 'wê malê bişewitînin'

 

A balkêş ev e ku di êrîşê da polêsan mudaxeleyî provakatoran nekir.

Kemal Kiliçdaroglu piştî demekê, ji wê malê ku hatibû sipartin, bi wesayîtên zîrepoş, hat derxistin.

Berîya demekê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soyluyî gotibû ku wî talîmat daye Walîyan ku di protokala merasîma veşaştina termên leşkeran da, cih nedin serokên teşkîlatên CHPyê û weke navnîşan jî cenazeya şehîdên PKKyê nîşan dabû û gotibû: "Di sendoqan de ligel wan bûn, bila biçin cenazeya PKKyîyan" 

Piştî bûyerê, daxuyanîyek ji CHPyê jî hat. Di daxuyanîyê da hat gotin ku berîya vê şandeyek ji CHPyê çûye serdana malbata leşkerî û ti pirsgirêk nehat pêşîya wan û ev bûyek ji alîyê hêzên ji derve va xistine cihê bûyerê û li hin cihan bicih kirine va hatine pêkanîn.

Serdozgerê Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê Yuksel Kocaman jî da xuyakirin ku di derheqê bûyerê da lêpirsîn daye destpêkirin.

Hat ragihandin ku yek ji êrîşkaran ê bi navê Osman Sarigun endamê AK Partîyê ye û  bi daxwaza îxrackirinê bo Desteya Dîsîplînê hatîye şandin.

osman-sarigun.jpeg

 

Ev nûçe 122 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin