Keçeke Kurd li herêmeke Almanyayê bû berbijêra Parlamentoyê

Keçeke Kurd li herêmeke Almanyayê bû berbijêra Parlamentoyê

.

A+A-

Keçeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê li herêma Schleswig-Holstein a Almanyê di hilbijartinên 8ê Adarê de ji bo parlamentoya wê herêmê bû berbijêr. Keça Kurd dibêje “Em dizwazin ji bo zimanê Kurdî jî li dibistanên Schleswig-Holsteinê jî bibe zimanekî fermî.”

Seyran Papo, keçe ji dayikbûya Cizîra Bakurê Kurdistanê yê û li paytexta herêma Schleswig-Holstein (Şlesvîg Holştayn) ya li bakurê Almanyayê ji bo parlamentoya herêmê berbijêra partya Kristiyan Demokrat (CDU) ye.

Li mezintrîn molla bajêrê Kiele, Seyran û hejmareka endam û alîgrên partya CDU kampanyaya helbjartinên 8ê Gulanê dikin. Keça Kurd - Alman, nûkirinên di partya xwe ya 5 sal e fermanrrewa ye li herêma wan, sedem ji bo bawerîpêanîna xwe vedgerînîn.

Berbijêra Partiya Kristiyan Demokrat a Almanyayê Seyran Papo dibêje “Êdî CDU dixwaze xwe nûjen jî bike, ji bo mirovên biyanî jî dixwaze xwe nûjen bike, ji ber ku em partiya navend in. Em dixwazin hem mirovên karker, hem yên ciwan, hem jin, hem yên biyanî wek min, em dixwazin her mirov li cem me cihe xwe werbigrin, ji bo ku em bikaribin programa xwe hê cudatir bikin û xizmetê ji bo vî gelê vê derê re bikin.”

Helwestên partya CDU digel Başûrê kurdistanê di dema şerê DAIŞê de, Seyran Papo bi bîra temaşevanan tîne û weke fakterekê dengdana bi wê partyê dide.

Seyran Papo got “ Ez li vê derê mezin bûme û CDU gelek derfet da me. Derfet da Kurdan jî wek mîna di dema şerê DAIŞê de me dît hingê wek partî jî, ne tenê li Schleswig-Holsteinê li Bundestagê jî me çek da Pêşmergeyan ji bo ku le hemberê wan barbarên DAIŞê bikaribin xwe biparêzin. Ew jî sedemeke gelek  giring e an jî dema Pêşmerge anî Almanyayê rahênanê dan wan ew perwerde kirin. ev jî xeteke wihaye ku divê em di hemû partiyan de cihê werbigrin, bi taybetî di CDU de.”

Taxê garden yê biyanî nîşîn, yek ji herêmên bazneyê rojhilatê keil e ku Seyran berbijêra wan e û ew dixwaze zimanê dayikê ji bo Kurd û biyaniyên din, bi fermî li qutabxaneyên dewletê bên xwandin û hînkirin.

Seyran Papo diyar kir “Ji xeynî Almanî Îngilîzî di dibistanan de tê dayîn. Hûn dikarin Zimanê me Kurmancî an jî yên Tirkî û Erebî bikin nav dersan. Di vî warî de xebatên me hene. Em dizwazin ji bo zimanê Kurdî jî li dibistanên Schleswig-Holsteinê jî bibe zimanekî fermî.”

Li vê herêmê Danel  Gunther, Serokwezîr û berpirsê yekê yê partya Seyran berbijêra wan e û bi hêvîbexş bo paşeroja CDU li Almanyayê tê nasîn, û zêdekirina rêjeya endamên bi paşxaneyên biyanî, gaveke ber bi nûkirina partya wan tê hejmartin.

Seyran Papo ragihand “Ez îro berbijêr im. Daniel Gunther xwest ku bibêje em ne tenê ji bo xelkê me yê Alman li vê derê kar dikin, em ji bo xelkê biyanî jî kar dikin. Sinyaleke gelek baş da ji ber wê yekê min di rêza 18ê rasterast xist berbijêr. Ez dixwazim bibim dengê biyanî yê vê derê, ji ber ku ji berê ve gelek xerîb hene. 20-30 sal in li vê derê ne kar dikin, ji bo vê dewletê xizmet dikin û em jî ji xizmeta wan gelek kêfxweş in, em dixwazin bibin dengên wan, pirsgirêkên wan bibin parlamentoyê.”

Kurdên Almanyayê bi piranî di nav partên Çep, Dosyal Demokrat û Keskanda çalak bûn, lê di salên dawiyê de, çûna nav partiyê konservatîv û navend jî de bûye diyarde.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin