Karsazê Kurd li gel zarokên xwe banga dersa Kurdî kir

Karsazê Kurd li gel zarokên xwe banga dersa Kurdî kir

.

A+A-

 Karsaz û siyasetmedarê Kurd Newzat Yeşîlbagdan li ser girîngiya hilbijartina dersa Kurdî diyar dike, “Bila Kurd bi serbilindî herin serî li dersa Kurdî bidin, bixwazin, bidin kirin.” Herwiha keça Newzat a 8 salî jî bang li zarokên Kurd dike, “Divê zarok zimanê xwe hîn bibin.”

Proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike. Ji xwendekaran û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, rêveberên dibistanan ji dersên xwe yên ku bijartine agahdar bikin.

Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an ji 3 heta 21ê Çile dikarin serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

`Kurdî roj bi roj dihele`

Karsaz û siyasetmedarê Kurd Newzat Yeşîlbagdan bi zarokên xwe re beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û behsa rewşa zimanê Kurdî, girîngiya hilbijartina dersa Kurdî û astengiyên li ber zimanê Kurdî û dersa Kurdî kir.

Li ser zehmetiyên fêrbûna zimanê Kurdî di nav malbatên derve de Yeşîlbagdan dibêje, “Em di serî de spasiya Rûdawê dikin ji bo ku ev derfet da me. Em li malê di nav malbatê de bi Kurdî diaxivin, tiştê ji destê me tê em dikin, lêbelê carna gelek giran tê. Mirov ne di wê ferqê de ye, dema em bi Kurdî diaxivin, mixabin carna em tengasiyan dikşînin. Lazim e mirov pir şiyar be, roj bi roj ziman dihele. Çend roj berê ez û birayê xwe em axivîn, `me got em li malê diaxivin, wisa bûye ku carna em hema ji sedî sed bi Tirkî diaxivin, lazim e em ji bo vê çi bikin? Divê em ji sedî sed bi Kurdî biaxivin`. Wexta ku me gavê xwe ji bazarê avêt hindir em Tirkî û zimanê din qedexe bikin. Ji ber vê yekê tiştê ku ji me tê, em bi zimanê xwe diaxivin.”

`Xelk hê jî ditirse`

Li ser derfeta hilbijartina dersa Kurdî ji bo malbatan jî karsazê Kurd dibêje, "Ev tişt ji aliyê qanûnî ve gelek baş e û divê girîngê pê bê dayîn. Milet ji bo ku bi Kurdî biaxive hê jî ditirse, gava telefonek tê li dora xwe dinêrê û dibêje ez bi kîjan zimanî biaxivim. Ji ber ku ev qanûn derketiyê divê milet rihet be ji bo ku ji bo zarokên xwe serî lê bide da ku zimanê Kurdî fêr bibin.”

Yeşîlbagdan dide zanîn ku wan ji bo dersa Kurdî serî li dibistanê dane û diyar dike, "Em li dibistanê bi cîgirê birêveber re axivîn, me got `mijareke wiha heye, wezaretê daxuyanî belav kir.` Cîgirê birêveber ji me re got na tiştek negihîştiye destê me, eger tiştek wisa çêbibe em dê agahiyê bidin we lê ne ji bo îsal, ji bo saleke din. Me jî jê re got `me sala borî jî ji bo dersa Kurdî serî lê dabû.` Wî jî ji me re got `xwendekar kêm in, mamoste jî tune.` ji ber vê yekê pêk nehat. Lê lazim e dîsa jî serlêdan hebin.”

`Me ji şaredariyê jî daxwaza Kurdê kir`

Li ser eleqe û agahdarbûna xelkê ji dersa Kurdî Yeşîlbagdan ragihand ku li ser medya civakî gel bi awayekî germ lê dinêre û got, “Lazim e milet vê yekê germtir bike. Me ji der û dora xwe re got va ye `em diçin serî li dersa Kurdî didin, hûn jî herin.` Ev yek tiştek yasayî ye, bila bi serbilindî herin serî li dersa Kurdî bidin, bixwazin, bidin kirin. Heta me ji şaredariyê ji xwest dersên Kurdî bidin û em ji bo wê yekê ji dixebitin.”

Karsazê Kurd amaje bi wê yekê dike, ku ji bo zimanê Kurdî divê mirov di serî de ji xwe destpê bike û tekez dike, “Eger mirov bi xwe neke, nikare bandorê li yên derdora xwe bike. Gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd hene ku ked dane, berdêl dane, lê mixabin zarokên wan bi Kurdî nizanin.”

Banga Zeryaya 13 salî

Zeryaya 13 salî ya keça Newzat Yeşîlbagdan diçe pola 8an û wê jî ji Rûdawê re diyar kir, li dibistanan zarokên Kurd pir in û ew li wê derê di nav hev de bi Kurdî diaxivin û ragihand, “Divê mirov zimanê xwe li derve, park, otobus li ku derê dibe bila bibe bi azadî biaxive.”

Herwiha Zerya da zanîn ku di nav pirtûkên Kurdî de ew herî zêde ji pirtûkên cîrokan hez dike. Zerya ji bo serî li dersa zimanê Kurdî bidin bang li zarokên Kurd kir û got divê zarok zimanê xwe hîn bibin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin