Ji PAKê Daxuyanî: Doza Girtinê ya Partîya Me Berdewam e

Ji PAKê Daxuyanî: Doza Girtinê ya Partîya Me Berdewam e

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di derbarê nûçeyên wek “Mehkemeya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê, doza girtinê ya di derbarê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) de hatibû vekirin red kirîye” de ji raya giştî re daxuyanîyek belav kir.

A+A-

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) di derbarê nûçeyên wek “Mehkemeya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê, doza girtinê ya di derbarê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) de hatibû vekirin red kirîye” de ji raya giştî re daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya xwe de PAKê wiha got:

Îro (29.07.2020) di hinek dezgehên ragehandinê de nûçeyek belav bûye ku dibeje ‘Mehkemeya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê, doza girtinê ya di derbarê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) de hatibû vekirin red kirîye’.

Jiber ku ev nûçeya dibe sebebê hinek xelet têgihîştinan,  di vê derbarê de em pêwîstîyê pê dibînin ku hinek agahdarîyan bidine raya giştî.

Di hêjmara îro (29.07.2020) ya Rojnameya Resmî ya Dewleta Tirkîyeyê de, biryara di derbarê PAKê de ya bi nimareya 2017/3 Esas, 2020/4  hatîye belav kirin. Li gorî vê biryarê dîyar dibe  ew doza ku jiber hinek prosedurên teknîkî di derbarê PAKê de hatîye vekirin ji alîyê Mehkemeya Qanûna Bingehîn ve hatîye red kirin. Lê ev doz ne ew doza girtinê ye ku jiber nav û bernamaya PAKê hatibû vekirin.

Serdozgerîya Mehkemeya Bilind (Serdozgerîya Yargitayê), di roja 17.05.2017an de îdîanameyek amade kir û got ‘PAKê di wexta xwe ya yasayî de Kongreya xwe li dar nexistîye, rêvebirîyên partîyê yên pêwîst nehilbijartîye’. Serdozgerîya Yargitayê bi vê îdîayê doza girtinê di derbarê PAKê de vekir.

Meclîsa Partîyê ya PAKê jî hemû belge, dokuman û biryarên pêwîst ji Mehkemeya Qanûna Bingehîn re pêşkêş kir û îspat kir ku PAKê prosedura yasayî ya Kongreya xwe û ya hilbijartina rêvebirîyên xwe bicîh anîye.

Mehkemeya Qanûna Bingehîn jî van belgeyên PAKê vekola û gihîşt wê encamê ku, PAKê prosedurên xwe yên yasayî pêk anîye û bi piranîya dengan (16 li dij girtinê, 1 li gel girtinê)  doza girtina PAKê ya jibo prosedura yasayî red kir. Û ev biryar di roja 29.07.2020an de di Rojnameya Resmî ya Dewleta Tirkîyeyê de hate belav kirin.

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) wek hemû partîyên yasayî, prosedur û pêwîstîyên yasayî bicîh anîye. PAK hem partîyeke yasayî ye, hem partîyeke meşrû ye. Ev biryara Mehkemeya Qanûna Bingehîn jî îspat û tescîl kirina  vê rastîyê ye.

Le mixabin, doza girtinê ya ku Mehkemeya Qanûna Bingehîn ji ber nav û bernameya PAKê vekiribû hîna jî berdewam e.

Wek ku tê zanîn, , jiber ku di navê PAKê de ‘Kurdistan’ heye; jiber ku PAK di bernameya xwe de behsa miletê Kurd û  Kurdistanê, behsa mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û behsa  mafê çarenûsîya miletê Kurd dike, Mehkemeya Qanûna Bingehîn di roja 19.01.2019an de di derbarê PAKê de doza girtinê(daxistinê) vekiri.bû. PAKe jî di Mehkemeya Qanûna Bingehîn de bi Kurdî û bi Tirkî parastina xwe kir û navê xwe û bernameya xwe parast; got emê tu guhertinan di nav û bernameya xwe de nekin.

Ev doza girtinê ya ku jiber nav û bernameya PAKê hatîye vekirin, hîna berdewam e. Prosedura yasayî hîna xelas nebûye.

Li gel rêzên xwe, ,agahdarî ji raya giştî re. 

29.07.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin