Ji Kibrisê pêngava Behra Sipî: Vlademîr Putîn

Ji Kibrisê pêngava Behra Sipî: Vlademîr Putîn

Serokomarê Komara Kibrisê Nîkos Anastasîades, di demeke nexweşîyên li Behra Sipî bi dewleta Tirkîyê re zêde bûne de pêngaveke nû avêt û bi serokê dewleta Rûsî re axivî. Tê gotin mijara sereke ya axaftina her du serokan Rojhilata Behra Sipî ye.

A+A-

Serokomarê Komara Kibrisê Nîkos Anastasîades, di demeke weşandina Navtexa nû ya Tirkîyê bi serokê dewleta Rûsî Vladimîr Putîn re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî. Li gorî daxuyanîya Kremlînê herdu serok di derheqê Rojhilatê Behra Sipî axivîne û peymaneke aşitîyê ya nedîyar axivîne.

Li gorî daxuyanîya Kremlînê daxwaza hevdîtinê ji alîyê Kibrisê hatîye kirin. Di daxuyanîyê de “Di 60emîn salvegere destpêka têkilîyên her du dewletan de her du serok behsa hevaltî, piştgirî û şirîkatîya hev kirin û di gelek beşen cuda de hevdîtineke hûrgulî hatîye kirin”

Kremlînê dîyar kir ku, herdu alî ji beşên aborî, bazirganî û mirovahî piştgiriya hev bikin  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin