Ji bo bidawîanîna Coronayê hebek hatiye çêkirin

Ji bo bidawîanîna Coronayê hebek hatiye çêkirin

.

A+A-

Kompanya Pfizer hebek çêkiriye, bi gotina wê Coronayê bidawî tîne. Kompanya dermansdaz a Amerîkî dibêje, ev heba nû wiha dike ku mirin û nexweşiya dijwar bi Coronayê bi rêjeya %90 kêm bibe.

Ev heb navê wê Pakslovîde, bo wan kesên ku nû nexweş ketine û hêjî nexweşî li wan giran nebûye.

Hervé Verhoosel, Berdevkê UNITAID dibêje, Ev çareseriyeke zêdetir bo wan kesan ber dest dibe , ku di mertirsiyê de ne. Wata ne çareseriyeke ku her kes bixwe. Bila çaveriyî rênimayan bikin di hefte yan mehên bê de li ser çawahiya bikaranîna wê bo laşên cuda. Lê wek destpêkê, bi nerîna me tenê bo wan kesên di metirsiyê de ne bikjar tê. Aramnc jî ku pêwîstiya nexweş bo nexweşxaneyê nebe, yan nexweşî zêde dijwar nebe. Wata piştî çend rojan ji pêketinê çareseriyê dixue, yan 3ê rojan piştî derketina nîşanên seretayî.

Vê kompanyayê ku sala borî vaksînek dijî Coronayê çêkiribû, rêkeftinek ligel grûpeke ser bi Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye, daku kompanyayên din ên derman jî heba wan çêbikin, ji bo li piraniya beşên cîhanê bi asanî bi dest xelkê keve.

berdevkê UNITAIDê tekez dike, Li gor mercên moleta serekî ya rêkeftina navbera Pfizer û komeleya parastina mafê dahênanê, çend  kompanyayên dermansaz ên hilbijartî li seranserî cîhanê molet bi wan tê dayîn, şiyana wan ew e ku vê hebê bo 95 welatan çêbikin, bi vê yekê ji beşê nêzîka %53ê akinciyên cîhanê re dabîn dikin.

Kompanya Pfizer daxwaz ji fermangeha Xorak û derman a Amerîkayê kiriye, moleta bikaranîna heba xwe pê bide. Îdareya Biden jî nêta wê wiha ye bi bihayê 5 milyar dolar vê hebê bo 10 milyon kes re bikirre.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin