Ji ber gendeliyê lêpirsîna Mûstafa Yaman, kayûmê berê yê Şaredariya Mêrdînê dikin

Ji ber gendeliyê lêpirsîna Mûstafa Yaman, kayûmê berê yê Şaredariya Mêrdînê dikin

.

A+A-

Li Mêrdînê, Mûstafa Yaman, kayûmê berê yê Şaredariya Merdînê jî di nav de ji bo 72 kesan ji ber gendeliyê, lêpirsînname hatine amadekirin.

Di encama kontrola Pişkînerên Mulkiyeyê de, ji ber gendeliyê, du lêpirsînnameyên cida ji bo Mûstafa Yaman, kayûmê berê yê Şaredariya Mêrdînê û Waliyê berê yê Mêrdînê de hatiye amadekirin. Li gorî zanyariyan tevlî Yamanî lêpirsînname ji bo 72 kesan amade bûye.

Ahmet Kanbal, ji Ajansa Mezopotamyayê, di nûçeya xwe ya îro de diyar kiriye ku lêpirsînname ji ber gendeliyê amade bûne. Li gorî heman nûçeyê di dema Yamanî de îhaleyên şaredariyê ne li gorî qanûnan dane.

Walî Mûstafa Yaman ku di sala 2016 û 2019an de Wezareta Karûbarên Hundir ew du caran weke kayûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû, careke din bi gendeliyê hatiye rojevê. Kayûm Yaman di 10ê Hezîrana 2020an de Wezaretê ew ji peywirê girtibû û li navenda Wezaretê hatibû erkdarkirin. Dema ku Yaman ji wezîfeyê hatibû girtin, milyar û 180 milyon TL deyn li pey xwe hiştibû. Mahmût Demîrtaş weke kayûm li şûna Yamanî tayîn kiribûn.

Gendelî di 36 îhaleyan de kirine

Piştî ku Yaman ji peywirê hat girtin derbarê wî de 5 lêpirsînên cuda hatibûn destpêkirin û doz hatibûn vekirin. Di encama lêkolînan de derketibû holê ku ji ber gendeliyên bi 100 milyon Tlyan derbarê Yamanî de du lêpirsînnameyên din jî hatine amadekirin. Her weha li gorî zanyariyan Wezareta Karûbarên Hundir destûra lêpirsînkirina Yamanî daye. Li gorî van lêpirsînan, dema Yaman kayûm bûye di 36 îhaleyên de gendelî pêk hatiye ku Serokatiya Koordînasyona Şopandina Razemeniyê (YÎKOB) ev îhale pêk anîne.

Karên ku nekirine, weke ku kirine nîşan dane

Li gorî tespîtên pişkîneran kiriye; di dema kayûmî de, di 36 îhaleyên cuda yên bihayê wan 539 milyon û 738 hezar û 587 TL ye gendelî bûye. Di dema van lêpirsînan de diyar bûye ku ji bo karên ku nehatine kirin jî pere wergirtine, amûrên ku nehatine kirîn weke hatine kirîn nîşan dane, rêyên ku nehatine çêkirin weke hatine çêkirin nivîsandine, avahiyên heyî weke ku nû hatibin çêkirin di lîsteyan de bicih kirine. Her weha 98 milyon û 261 hezar û 842 TL pere zêde dane şîrketan. 

Yaman di serê lîsteyê de ye

Di encama vê xebatê de Wezareta Karûbarên Hundir di 15ê Adarê de, ji bo 15 îhaleyên Serokatiya Beşa Rêyên Çolteran pêk aniye destûra lêpirsînê daye. Li gorî vê encamê wê lêpirsîna 55 kesan were kirin. Di 17ê adarê de jî ji bo gendeliya di 21 îhaleyan de bûye, destûra lêpirsîna 33 kesan daye. Di her du lêpirsînan de navê 72 kesan derbas dibe û navê qeyûm Yaman di serê lîsteyê de ye. Ji bilî Yaman navê Serokê Daîreya Rêyên Çolteran Sînan Yildirim, Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê Fusûn Karaboga, Mûstafa Alp û Erhan Hekîmoglû jî heye ku beriya niha jî navê wan di nûçeyên derbarê gendeliyan de derbas bûne.

Destûra lêpirsîna van navan hatiye dayîn

Navê 55 kesên ku di gendeliya 15 îhaleyan de lêpirsîna wan tê kirin ev in: "Mûstafa Yaman (Kayûm/Walî), Sînan Yildirim (Serokê Daîreya Rêyên Çolteran), Fusûn Karaboga (Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê), Mesût Agrakçe (Wekîlê Serokê Daîreya Karên Fenê), Servet Abdan (Wekîlê Serokê Daîreya Karên Fenê), Abdûlvahap Yılmaz (Wekîlê Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê) Mûstafa Alp (Wekîlê Midurê Beşê) Cuneyt Demîrel (Wekîlê Midurê Beşa Tamîr û Sererastkirinê), Mûstafa Tarhan (Wekîlê Midurê Beşên Rêyên Bajar), Bakî Kardaş (Wekîlê Midurê Beşê), Abdûllah Kîno (Wekîlê Midurê Beşê), Mûslûh Akinci (Midurê Beşê), Selîm Bodûr (Wekîlê Midurê Beşa Temîr û Sererastkirinê), Kûtbettin Yavûz (Wekîlê Midurê Beşa Bermehiyên Hişk), Davût Bûgdayci (Wekîlê Midurê Beşa Paqijiya Hawirdorê). 

Personelên teknîkê; Rojîn Y., Îbrahîm Halîl A. Mehmet A., Fatma S. T., Ersîn B., Dara H.G., Elîf S., Omer Farûk A., Ahmet S. Î., Mûrat T., Onûr Y., Delal T.O., Alî G., Abdûllah D., Merve Dîdem A., Bayram A., Farûk K., Zehra A., Ferman A., Umran B., Mûhammed B., Mejlûm A., Bîrcan M., Faysal G., Mîzgîn Y., Omer G., Emre E., Hayrûllah D., Osman A., Guner A., Sînan D.E., Edîp A., Sefa M., Eyup E., Veysî D., Mehmet Can D., Onur E., Serhat B., Engîn K. û Seher E.”

Di lêpirsîna din de jî destûra van van navan dane: "Mûstafa Yaman (Kayûn/Walî), Fusûn Karaboga (Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê),  Erhan Hakîoglû (Wekîlê Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê) Abdûlvahap Yilmaz (Wekîlê Midurê Beşa Park û Baxçeyan), Îsmet Şakîr (Wekîlê Midurê Beşa Park û Baxçeyan), Umît Polat (Wekîlê Midurê Beşa Qadên Şîn û Erdê Şaxan). 

Personelên teknîkê; Arzû E. Elîf S. Ayşe A.B., Zehra A., Bakî K., Mehmet A., M. Emîn K. Fatma S.T., Suleyman Y. Bayram A., Davût B., Farûk K., Gulbîn T.O., Umran B., Mûhammed B. Omer Farûk A., Engîn K., Hasan K., Selahattîn A., Merve Y., Tûba C.A., Kûtbettîn Y., Fesîh Ç., Abdûllah K., Umran Ç., Îzzettîn A. ve Îbrahîm Halîl S.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin