Îsraîl ji NY daxwaza piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike

Îsraîl ji NY daxwaza piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike

Duhî civîna Encumena Asayişa Navdewletî li ser gefên li ser kêm neteweyên Rojhilata Navîn bû û di wê civînê de Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Ron Proser axaftinek pêşkêş kir.Proser di axaftina xwe de wiha got: “Kurd hêza sereke ye li dijî DAIŞê ne.

A+A-

Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Ron Proser, daxwaz ji nûnerên her 5 welatên mezin (Amerîka, Çîn, Rûsya, Brîtanya û Fransa) û 61 welatên din ên cîhanê kir ku piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.
Duhî civîna Encumena Asayişa Navdewletî li ser gefên li ser kêm neteweyên Rojhilata Navîn bû û di wê civînê de Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Ron Proser axaftinek pêşkêş kir.
Proser di axaftina xwe de wiha got: “Kurd hêza sereke ye li dijî DAIŞê ne. Em daxwaz dikin ku piştgîriya serxwebûna wan a siyasî were kirin.”

Piraniya nûnerên welatên ku di civînê de amade bûn, behsa kurdan wek hêzeke sereke li dijî DAIŞê kirin, ku kurd rojeva wê civîna mezin a Neteweyên Yekbûyî bû.

Dîplomatê iraqî Serhed Serdar ji Rûdawê re ragihand: “Ji sala 1991ê ve, di ti civîneke Encumena Asayişa Navdewletî de hewqasî behsa kurdan nehatiye kirin. Îro li Neteweyên Yekbûyî roja kurdan bû.”

Herwiha Parlamentera kurd a Êzîdî ya Îraqê Viyan Dexîl di wê civînê de axaftinek pêşkêş kir û daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir ku kurdên êzîdî biparêze û komkujiya ku DAIŞê aniye serê wan jî wek jenosîd qebûl bike.
Dexîl di axaftina xwe de behsa rewşa kurdên êzîdî û komkujiya ku DAIŞê aniye ser wan kir û got, heta niha zêdetirî 5 hezar kurdên êzîdî wenda ne ku 3 hezar jê jin in û çekdarên DAIŞê bi wan ticaretê dikin.
Wê parlamentera kurd a êzîdî anî ziman ku DAIŞ kurdên êzîdî dikuje, jinên wan direvîne û difroşe û wiha got: “Em nizanin çima vê yekê tînin serê me?!.”
Viyan Dexîl ji endamên Encumena Asayişa Navdewletî xwest ku kurdên êzîdî biparêzin û komkujiya ku DAIŞê aniye serê wan jî wek jenosîd nas bikin. 
Dexîl her wiha bang li hêzên navdewletî kir da ku di şerê DAIŞê de alîkariya artêşa Iraqê û Pêşmerge bikin û ew deverên ku ji ber şerê DAIŞê wêran bûne, dîsa ava bikin.

Herwiha di wê civînê de ku nûnerên nêzîkî 70 welat û saziyên navdewletî axivîn, hemû aliyan tekez kirin ku li Rojhilata Navîn gefeke rasterast li ser olên cuda kêm neteweyan heye.

Kurd, kurdên êzîdî û xirstiyan wek mînak bo wan kûltûrên cuda behsa wan dikirin ku gefeke rasterast li ser wan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin