Îsraîl berpirsekî pilebilind yê cîhada îslamî ya Filistînê kuşt!

Îsraîl berpirsekî pilebilind yê cîhada îslamî ya Filistînê kuşt!

Berpirsekî pilebilind yê rêxistina cîhada îslamî ya Filistanî ji alîyê Îsraîl ve hat kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Artêşa Îsraîl ragihandîye, wan bi alîkarîya îstixbarata wî welatî karîn berpirsekî pilebilind yê rêxistina cîhada îslamî ya Filistînê bi navê Beha Ebû Eta bikujin.

Li gorî agahîyan, Beha Ebû Eta vê sibehê û li mala xwe ya li bajarê Xezze yê Filistînê de û di encama teqîneka mezin de hatîye kuştin.

Berpirsên nexweşxaneya Xezzê dane zanîn ku di wê êrişê de ji bilî Ebû Eta kesekî din jî hatiye kuştin lê nasnameya wî nehatîye ragihandin.

Hevdem ligel wê êrişê, li paytexta Sûrîyê li nêzîkî avahiya balyozxaneya Lubnanê jî mala berpirsekî wê rêxistina Filistînî rastî êrişê hat.

Li gorî agahîyan, di wê êrişê de du kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Ruetersê ji zarê berpirsekî rêxistina cîhada îslamî ya Filistînê ragihandîye, ew mala ku li Şamê rastî êrişê hatîye, mala berpirsê baskê siyasî yê wê rêxistinê Ekrem El Ecûrî bûye.

Li gorî agahîyan, yek ji wan kesên ku di wê êrişê de hatine kuştin kurê Ekrem El Ecûrî bûye. Heta niha nayê zanîn ew êriş jî ji alîyê Îsraîlê ve hatîye kirin yan na.

Rêxistina cîhada îslamî ya Filistînê di nav lîsta terorê ya Îsraîl, Amerîka, Ewropa û Brîtanya û çend welatên din de ye.

Cîhada îslamî jî mîna rêxistina Hemasê ji alîyê Îranê ve tê piştevanîkirin û xwedîkirin.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin