Îro li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ye

Îro li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ye

.

A+A-

Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di 14mîn roja xwe de jî xwepêşadan berdewam bûn. Şeva borî xwepêşandanên berfireh li bajarên Seqiz û Sineyê hatin kirin. Bi ragihandina Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, ji îro Şemiyê ve li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Başûrê Kurdistanê dest bi greva giştî hat kirin.

Li Seqiz û Sineyê hejmareke zêde ya xelkê şeva borî daketin ser cadeyan û hêzên ewlehiyê teqe li wan kirin û alozî derket.

Li bajarên mezin yên Îranê jî xwepêşadan berdewam in. Li Tehrana paytexta Îranê li çendîn cihên cuda xwepêşandan hebûn.

Li bajarên Meşhed, Kerec, Kirman, Tewrêz, Erdebîl, Lahîcan, Dizfûl, Abadan û çendîn bajrarên biçûk jî xwepêşandan bi dirûşmên xwe wek çendîn rojên derbasbûyî ve li ser cadeyan bûn.

Îro jî li ser banga Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê û piştgiriya aliyên din yên Rojhilatê Kurdistanê, biryar e greva giştî birêve biçe.

Aliyên siyasî yên Îranî jî piştgirî dane banga greva giştî ya Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê roja Pêncşemê bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kiribû ku ji roja Şemiyê ve li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Başûrê Kurdistanê dest bi greva giştî bikin.

Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Serbestiya Kurdistanê, Partiya Serxwebûna Kurdistanê û bi dehan rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwe ji vê daxwazê re ragihandine.

Ev nûçe 124 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin