Îranê mûşekeke balistîk ceriband; Menzîla wê 2000 kîlometre ye

Îranê mûşekeke balistîk ceriband; Menzîla wê 2000 kîlometre ye

.

A+A-

 Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Wezareta Berevaniya Îranê mûşekeke balîstîk a nû bi awayekî serkeftî ceribandiye ku menîzla wê 2 hezar kîlometre ye.

Televîzyona fermî ya Îranê duh 25ê Gulana 2023an dîmenên nîşandaneke leşkerî belav kir ku tê de mûşeka balîstîk a dûravêj a bi navê "Xeyber Xuremşehr 4" nîşan da ku menzîla wê 2 hezar kîlometre ye û dikare armancên xwe di wê menzîlê de têk bibe.

Ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê jî ragihandiye, hêzên leşkerî yên wî welatî bi awayekî serkeftî mûşeka balistîk a Xeyber Xuremşehr-4 ceribandine.

Li gor heman çavkaniyê, ew mûşeka nû 2 hezar kîlometre menzîla wê ye û dikare 1500 kg teqemenî hilgire.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, mûşeka Xeyber Xuremşehr-4 bi şiyanên navxwe yên wî welatî hatiye çêkirin, bi lez tê amadekirin û bi lez tê avêtin, ji ber wê jî çekeke stratejîk e.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê MihemedRiza Aştîyanî ji medyaya fermî ya welatê xwe re ragihandiye: "Peyama me ji dijminan re ew e ku em dê welat û destkeftên xwe biparêzin, peyama me ji bo dostên me jî ew e ku em beşdarî aramiya navçê bibin."

Ragihandina ceribandina wê mûşeka nû ji aliyê Îranê rastî bertekan hat.

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ceribandina mûşekeke nû ya balistîk ji aliyê Îranê ve şermezar kir û got, ew ji çalakiyan di çarçoveya pêşxistina bernameya etomî ya Îranê de nîgeran in û got, ew ceribandina mûşekî li dijî hiqûqa navdewletî û biryarên Netewên Yekgirtî yên derbarê Îranê de ye.

Ceribandina wê mûşeka nû ji aliyê Îranê ve di demekê de ye ku rêkeftina sala 2015an ku di navbera Îran, Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa û Almanyayê de hatibû îmzekirin, rê did ku eger bernameya etomî ya Îranê di asteke sînordar de bimîne û negihe qonaxa çêkirina çekên etomî, cezayên ser Îranê bên rakirin.

Lê belê sala 2018an û di dema serokatiya Donald Trump de, Amerîka ji wê rêkeftinê vekişiya û careke din cezayên tund bi ser Tehranê de sepandin. Piştî wan cezayan, Îranê jî qonax bi qonax pabendiyên xwe yên di rêkeftinê de hilweşandin û careke din dest bi pêşxistina bernameya etomî ya xwe kir.

 

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin