Îranê derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hişyarî da Iraqê û Herêma Kurdistanê

Îranê derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hişyarî da Iraqê û Herêma Kurdistanê

.

A+A-

Wezîrê Îtilaata Îranê derbarê çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de dibêje, bi hevkariya Hikûmeta Iraqê û ew garantiyên ku hatine dan ew hêvî dikin ewlehiya navçeyên sinorî bê parastin û hişyarî da, eger li navçeyên sînorî her nearamiyek bo Komara Îslamiya Îranê bê çêkirin, hêzên Îranê dê bersivek tund bidin.

Li gor medyaya fermî ya Îranê, Wezîrê Îtilaata Îranê, Îsmaîl Xetîb îro Yekşemê 21ê Gulana 2023an di konferansekê de li bajarê Meşhedê gotiye, “Em hêvîdar in bi garantiyên ku hikûmeta nû ya Iraqê dane, ewlekariya sînorên rojava û navçeyên li aliyê din ê sînor were dabînkirin. Em dixwazin berpirsyariya Herêma Iraqê ya di vê mijarê de bi bîr bînin.”

Îsmaîl Xetîb daye xuyakirin, eger li navçeyên sînorî her nearamiyek çêbibe, hêzên Îranê dê “bersiveke tund” bidin.

Wezîrê Îtilaata Îranê herwiha diyar kir, ku hêzên wan li sînorên rojavayê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) endamên tîmeke terorîstî desteser kirine û îdia kir, ku têkiliya wan kesan bi Îsraîlê re hebûye. Lê belê ti zanyarî li ser dema desteserkirina wan kesan û nasnameya wan aşkere nekir.

Duh jî Fermandeyê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran Mihemed Pakpûr gotibû, rêkeftinek li gel Iraqê hatiye kirin û Bexdayê soz daye ku grûpên dijberên Îranê derxînin.

General Mihemed Pakpûr gotibû: “Bi hikûmeta Iraqê re lihevkirinek hatiye kirin û hikûmeta Iraqê jî soza bêçekkirina komên terorîst û derxistina wan ji welat daye.”

General Mihemed Pakpûr herwiha diayr kiribû, “Em li bendê ne hikûmeta Iraqê sozên xwe cîbicî bike û me fersend daye wan, eger tiştekî nekin Supaya Pasdaran dê dest bi topbaranan bike.”

Di Payîza sala bihorî de û ligel berfirehbûna xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî hikûmetê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, Supaya Pasdaran bi dron, mûşek û topan êrîşî binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê kir.

Komara Îslamiya Îranê dibêje, destê partiyên Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên par de hebûye û wan xelk li dijî desthilatê teşwîq kirine.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiayên Komara Îslamiya Îranê wek tohmet bi nav dikin û wê yekê red dikin û dibêjin, ew rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan digirin û naxwazin ewlehiya wê têk biçe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin