Îmaratê balyozxaneya xwe li Îsraîlê vekir

Îmaratê balyozxaneya xwe li Îsraîlê vekir

.

A+A-

 Piştî salekê ji îmzekirina rêkeftina asayîkirina peywendiyan ligel Îsraîlê, îro Çarşembê Îmaratê bi fermî balyozxaneya xwe li Tel Aviv a paytexta Îsraîlê vekir.

Balyozxane li avahiya Borseyê hat vekirin ku navenda darayî ya Îsraîlê ye, ew jî ji ber peywendiyên aborî yên baş di navbera herdû welatan de.

Serokê Îsraîlê Yitzak Hertzog jî beşdarî merasîma vekirina balyozxaneya Îmaratê bû ku dibe sêyemîn balyozxaneya welatên Erebî li wî welatî, piştî ya Misrê ku di sala 1979an de û ya Urdunê ku di 1994an de hatibûn vekirin.

Balyozê Îmarat li Îsraîlê Mihemed El-Xace di merasîma vekirina blyozxaneyê de got ku ew hêvî dikin herdû welat siberojê bihev re karekî baş bikin bo berjewendiya herdû aliyan.

Serokê Îsraîlê Yitzak Hertzog jî ragihand, “vekirina balyozxaneya Îmaratê li Tel Avivê pêngavekî giring e bo tevahiya navçeya Rojhilata Navîn û semboleke giring û nîşanderê pêwendiya pêşkeftî ya navbera herdu welatên Îmarat û Îsraîlê ye.”

Yitzak Hertzog herwiha got, pêwîst e “rêkeftina dîrokî” ya di navbera Îsraîl û Îmaratê de welatên din ên aştîxwaz ên li navçeyê jî li xwe bigre.

Meha borî Wezîrê Derve yê Israîlê Yair Lapid serdana Îmaratê kir û li Abu Dhabi balyozxaneya Israîlê vekir, herwiha konsulxaneya welatê xwe jî li Dubai vekir.

Îlona sala 2020an û di serdema rêveberiya Trump de, Îmarat û Behrêynê li Waşingtonê rêkeftina asayîkirina pêwendiyan li gel Îsraîlê îmze kirin.

Rêkeftin bi amadebûna wezîrên derve yên Îmarat û Behrêynê, Serokwezîrê Îsraîlê yê wê demê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê yê wê demê Donald Trump hatibû îmzekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin