HSDê 100 girtiyên DAIŞê radestî hikûmeta Iraqê kirin

HSDê 100 girtiyên DAIŞê radestî hikûmeta Iraqê kirin

.

A+A-

– Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) aşkere kir, hêzên wan 100 teroristên DAIŞê yên Iraqî, radestî Hikûmeta Federalî ya Iraqê kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyek de ragihand, “Ji bo radestkirina endamên DAIŞê yên ji aliyê dadgehên Îraqê ve tên xwestin û li gorî lihevhatineke berê di navbera hêzên me û aliyê Iraqê de hatibû amadekirin, aliyên pêwendîdar ên hêzên me di dema borî de 100 terorîstên DAIŞ`ê yên Îraqî ku li zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî bûn, radestî Hikûmeta Federal a Iraqê kirin.”

Diyar kir jî, “Koma terorîstên DAIŞê yên Îraqî di bin ewlehiya hêzên me de heya sînorên fermî yên Sûriyê û Îraqê hatin veguhestin. Li wir jî radestî hêzeke artêşa Îraqî bûn.”

Desnîşan kir jî, “Hêzên me di dirêjahiya salên derbasbûyî de gelek komên çeteyên DAIŞê yên Iraqî radestî hikûmeta wan kirine ku bi sedan jî hîna di zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin