Hin çalakîyên ji bo Roja Zimanê Zikmakî

Hin çalakîyên ji bo Roja Zimanê Zikmakî

21'ê Reşemîyê li dinyayê wekî Roja Zimakê Zikmakî tê pîrozkirin. UNESCO'yê di roja 17'ê sermaweza 1999'an biryar girt ku 21'ê Reşemîyê bibe Roja Zimanê Zikmakî. Kurd jî her sal di vê rojê de hin çalakîyan li dar dixin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - 21'ê Reşemîyê li dinyayê wekî Roja Zimakê Zikmakî tê pîrozkirin. UNESCO'yê di roja 17'ê sermaweza 1999'an biryar girt ku 21'ê Reşemîyê bibe Roja Zimanê Zikmakî. Kurd jî her sal di vê rojê de hin çalakîyan li dar dixin.

 

AMED

Li Amedê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) 22ê Sibatê 2020an li Demîr Otêlê konferansa Zimanê Kurdî lidar dixe. Mijarên konferansê ev in: Ziman û Perwerde, Zimanê Fermî, Ziman û Rewşenbîrî, Ziman û Gel. Panel seet di 9.00an de destpê bike heta seet 18.00.

 

Li Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê li ser mijarê dê panelek li dar bixe. Panela ku nivîskarê me Şêxo Filîk dê moderatorîya wê bike de Mehmet Emin Aktar dê li ser "Hiqûqa navneteweyî û astengîyên li ber parastina bi zimanê zikmakî", Nadîre Guntaş Aldatmaz li ser "Peynîya Polîtîkaya Ziwanan de Halê Kirmanckî (zazakî)" û Selîm Temo jî dê li ser "Kurdî: Ji do ber bi sibê ve" biaxive.

Panel 23'yê mehê saet 10.30'î de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê li dar dikeve.

 

BATMAN:

PANEL: Şaredarîya Batmanê di bin moderatorîya Herdem Merwanî de panelek bi beşdarîya Mehmet Şahin, Dîlan Aydin û Cemîl Guneş li dar dixe. Panel 21'ê mehê saet 19.30 de dê li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn li dar bikeve.

Her wiha li heman cihê û heman saetê lê rojek berî wê, roja 20'ê mehê lîstika şanoyê "Zargotin Zêrgotin e" tê lîstin. Lîstika ku Çetoyê Zêdo nivîsîye ji alîyê Teatra Mencel ve tê lîstin. Derhênerîya lîstikê Nazmî Karaman kirîye û Perînaz Delazy, Ferhat Aslan, Halil Karakoyun, Fatma Şelem,  Dilvîn Abî û Bêrîvan Budakbeyoglu têde dilîzin.

 

STENBOL

Li Stenbolê çend çalakî li ser vê rojê li dar dikevin.

NîŞANDAYÎNA BELGEFÎLM:  Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê û Mezopotamya Sînema bi hev re çalakîya "Jîyan bi zimanê dayikê xweş e" li dar dixe. Di vê çarçoveyê de roja 21'ê mehê saet 19'an de dê belgefîlmê Ardîn Dîren ê bi navê "Her mal dibistanek" nîşan bidin. Nîşandayîna belgefîlm li Yapim 13'ê saet 19'an de ye (İnonu Mah. Harbîye Çayiri Sok. No 3 Kat 2, Harbîye-Şişli)

PANEL: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi sernavê "AktîvÎzma zimanî li ba kurdan" panelek li dar dixe. Di panela ku Remzîye Alparslan dê moderatorîya wê bike de dê Miraz Ronî, Samî Tan û Zana Farqînî biaxivin. Panel êvara 22'yê mehê saet 19'an de li Odeya Tabîban a Stenbolê li dar dikeve. (Cagaloglu Yokuşu no 9 Fatih)

 

ÎZMÎR

Li Îzmîrê bi sernavê "Çima kurdên bakur bi zimanê xwe rapeyivin" panelek li dar dikeve. Panela ku Janya Acar dê moderatorîya wê bike de Mustafa Borak û Nuri Sinir dê biaxivin. Panel roja 22'yê mehê saet 15'an de li Salona Ege ya Tepekule Kongre Merkezî li dar bikeve.

 

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin