”Hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê bilindtir û pîroztir nîne”

”Hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê bilindtir û pîroztir nîne”

”Hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê bilindtir û pîroztir nîne”

A+A-

 

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi beyaneka nivîskî bangî hemî partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku xwe ji bo referandumê û serxwebûnê amade bikin û vê firseta ku hatiye ber dergehê miletê kurd ji dest nedin

Li gor malpera resmî ya http://www.krp.org/ Teksta beyana serokê herêma Kurdistanê weha ye:

Hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê

Rewşa navçeyê bi qonaxekî nû da derbas dibe û bi hemû nirxandinekî guhertinên mezin li holêdane. Gelê Kurdistanê û ezmûna wê jî li ber qonaxekî hestiyar û çarenûssazdaye, nabê ev derfeta vê carê ji bo gelê me hatiye pêş, ji dest bidîn. Îro pêgeha gelê Kurdistanê li ser asta navdewletî asoyekî xwe ya ronak heye û li şerê terorê jî bi hewla Pêşmergeyên qehreman û li sayeya xwîna şehîdên me û bi xweragiriya xelkê Kurdistanê û piştevaniya hevpeymanan, serkeftineke mezin bi dest hatiye û terorîst tûşî şikestên mezin hatin lê belê metirsiya wan her maye.

Hemwelatiyên Kurdistanê

Ji bo me li vê qonaxê da hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê bilindtir û pîroztir nîne, nabê rê bidîn ev pirsa çarenûssaz bibê qurbana nakokî û gengeşeyên navxweyî. Ji bo vê yekê daxwaz ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê dikim li zûtirîn demî da rêwşuwênên pêwîst li ber bigrin ji bo dirustkirina komdengiya niştîmanî li ser pirsa referandum û serbixweyî û hengava yekem eweye li gel Bexda bikevîn guftûgoya eşkere û birayane.

Ji bo vê mebestê hemû hêz û aliyan vedixwînim ku civîneke taybet ji bo vê babetê encam bidin ji bo biryardana li ser hengavên paşarojê û ji bo eve jî Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê peywendiyê bi hemû aliyan ve dike.

Mesûd Barzanî
23.06.2016

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin