Hêzên Îranê kolberek din kuşt

Hêzên Îranê kolberek din kuşt

Îro 30.07.2020an kolberek bajarokê Newsûd a ser bi bajarê Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bi guleyên rasterast ên hêzên sipaha pasdaran ve hate kuştin.

A+A-

Li gor malpera Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw îro hêzên sipaha pasdaran li zozanên Mile Qendî yê ser bi bajarokê Newsûdê gule li karwaneke kolberan berda û kolberek hate kuştin.

Li gor heman daxuyanîya Hengawê navê wî kolberî Wezîr Mihemedî ye û temen 29 saliye û xelkê gundê Heşmîr ê ser bi bajarê Selabawecanî ye. Wezîr Mihemedî zewicî ye û bavê zarokekî ye.

Roj tune ye ku hêzên Îranê kolberekî Kurd bikuje yan jî birindar bike. Kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê debara xwe bi qaçaxtîyê dikin û her dem raştî êrîşên hêzên Îranê dibin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin