Hêzên hevpeymanan Pêşmerge ji êrîşên bayolojîk û kîmyayî re amade dikin

Hêzên hevpeymanan Pêşmerge ji êrîşên bayolojîk û kîmyayî re amade dikin

Hevpeymanîya Navdewletî xûleke rahênana 2 ,000 Pêşmergeyên Zêrevanî bidawî tîne. Hêzên Hevpeymanan du mehan carekê rahênanê bi 2 hezar pêşmergeyan dikin û heta niha rahênan bi zêdetir ji 40 hezar pêşmergeyan kirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Beşek ji wan pêşmergeyên ku rahênan bi wan hatîye kirin, jin in ku hejmarek ji wan jinan jî ji pêkhateya Kurdên Êzidî ne. Berpirsê wê xûla serbazî dibêje, ew rojane pêşketinê di nav wan pêşmergeyan de dibînin.

Pêşmergeyên jin dibêjin, jinbûn li pêşîya wan û erkê wan ê leşkerî nebûye asteng û ew bi hez û hêvîyeke mezin ve rojane 10 demjimêran rahênanê li gel pêşmergeyên din dikin.

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, Kolonel Myles Caggîns ji Rûdawê re ragihand, ew Hêzên Pêşmerge li ser nûtirîn mekanizmên şer perwerde dikin, ji bo ku bikarin di dema êrîşan û êrîşên kimyawî û jehrî de xwe biparêzin.

Kolonel Myles Caggîns dîyar kir: “Me li vir rahênana hêzên serbazî yên bejayî heye, herwiha em rahênana parastinê ji bo Pêşmergeyên Jin encam didin û hejmarek rahênanên din jî wek rahênanên li ser êrîşên bayolojîk û kîmyayî. Hemû ew rahênan ji alîyê hêzên hevpeymanan ku ji çend welatan pêk hatine, tên encamdan.”

Fermandarê Navenda Hevahengîya Rahênanê ya Kurdistanê (KTCC), Kolonel Giuseppe Levato jî derbarê armanca lidarxistina wan xûlên rahênanê ji Rûdawê re got: “Li vir pêşkevtineke berçav dibînim di pêşmergeyan de û gelek hez dikin fêr bibin. Cuda ji wê yekê ku ji kîjan beşê ve hatine, çi Zêrevanî yan jî Bersivdana Bilez, ez gelek ji wan razî me, ew gelek amade û xwedan şîyan in.”

 

Çavkanî: Peyam Serbest-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin