Heyeta PAKê Li Wanê Seredana Haci Tûnç Kir

Heyeta PAKê Li Wanê Seredana Haci Tûnç Kir

.

A+A-

Endamên Meclîsa PAKê Îsmet Elçî, Husamettîn Acar û rêvebirê PAKê yê Teşkîlata Wanê Mûzaffer Kizil roja 01.12.2021ê li Wanê ji bo piştgirîyê seredana Haci Tûnç kirin.

Heyeta PAKê ji ber helwest û gotinên wî yên welatperwerane Haci Tûnç pîroz kirin, spasîya xwe kirin û piştgirîya xwe pêşkêş kirin.

Haci Tûnç bi germahîyeke welatperwerane pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Di dema ku heyeta PAKê li cem Haci Tûnç bû, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi peywendîyeke telefonî Haci Tûnç pîroz kir û ji bo vê pêşewazîya wî ya ku li heyeta PAKê kirîye jî spasîya wî kir.

Mustafa Özçelik got ‘’Kekê Haci Tûnç te tiştên ku di dilê me de, di dilê gelê me de ne anîne ziman. Em te pîroz dikin û ji bo vê helwesta te ya welatperwerane em spasîya te dikin.Em bi bîr û bawerî û hestên xwe yên Kurd û Kurdistanî bi her awayî li gel te ne''.

Haci Tûnç jî ji ber vê seredanê û ji bo piştgirîyê spasîya PAKê kir û got ‘’Em bi hev re xurt in. Ez hêza xwe ji we welatperweran digirim’’.

Serokê Partiya Guherînê ya Tirkîyeyê(Türkiye Değişim Partisi) Mustafa Sarigul roja 23yê Mijdara 2021ê serdana parêzgeha Wanê kir û ligel çend esnaf-kasibkar û xelkê navçeyê civîya. Di dema serdanê de esnafê bi navê Haci Tûnç li navçeya Rêya Armûşê ji Sarigul re got: "Çiqas ziman hebin ewqas şadî ye. Dewlemendî bi hertiştî ve girêdayî ye. Bi ziman, netewe û çandê ve girêdayî ye. Çanda rojhilatê gelek cuda ye. Divê em rojhilatê ji bîr nekin. Hevalekî me li Sêrtê got ev der Kurdistan e. Berî 1000-2000 salan ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne. Divê em îtîraz nekin. Xwedê em afirandine. Xwedê Kurdî, Tirkî, Erebî û Inglizî jî dizane."

Haci Tûnç ji ber di axaftina xwe ya ligel Mustafa Sarigul de peyva Kurdistan bikar aniye ji alîyê polîsên wanê ve hate desteser kirin . Piştî îfadeya wî hatê girtin hate berdan. Lê belê di heqê Haci Tûnç de doz hatîye vekirin.

01.12.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

p-005.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin