Herêma Kurdistanê serdana Belçîkayê dike

Herêma Kurdistanê serdana Belçîkayê dike

Îro şandeke odeyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê serdana Belçîkayê dike.

A+A-

Serokê Yekîtîya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat got, şand roja Duşemê 23.09.2019 bi serokatîya Cîgirê Serokê Yekîtîya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Herêma Kurdistanê Eyad Hesen Ebdulhemîd serdana Belçîkayê dike.

 

Dara Celîl Xeyat da zanîn ku şanda navbirî heta 26ê Îlonê li wî welatî dimînin û ligel odeyên bazirganî yên Belçîka û kompanyayên wî welatî hevdîtinan pêk tînin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtîya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ragihand ku bi hewldanên berdewam ên Nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtîya Ewropayê, ew serdan hatîye organîzekirin.

 

Ajgeyî diyar kir ku armanca serdanê qayîmkirina peywendîyên aborî û bazirganî yên navbera Herêma Kurdistan û Belçîkayê ye û got, serdana şandê li ser vexwendina fermî ya Odeya Bazirganî ya Voka ye, ku berê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Di dema çend salên derbasbûyî de peywendîyên siyasî, aborî û bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê, bi taybetî ligel Herêma Flanderz a wî welatî ber bi pêş ve çûne. Ajgeyî got, peywendî di asteke baş de ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin