Hêjmara qurbaniyên lehiyê gihişte 14 kesan

Hêjmara qurbaniyên lehiyê gihişte 14 kesan

.

A+A-

Li Parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê hêjmara kesên di lehiyê de canê xwe ji destdane gihişte 14 kesan û termê 5ê kesan jî li Rihayê di malekê de hatin dîtin. Şaredarê Rihayê jî dibêje  di bin avê de mirov hene.

Li parêzgehên Riha, Semsûr û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê, piştî barana zêde ya doh bi şev 14ê Adarê lehî rabû. Bi taybetî li Riha û Semsûrê lehiyê bandoreke zêde kir û 14 kesan canê xwe jidest dan û heta niha nayê zanîn çend kes wenda bûne.

Pêştir li Rihayê 4 kes û li Semsûrê jî kesekî canê xwe jidest dan. Piştî xebatên lêgerînê di xaniyekî jêrzemîna Apartmana Yavuzlar a Taxa Tandogan a Rihayê, 5 kes di mirî hatin dîtin û hejmara kesên canê xwe jidest dan gihişte 14 kesan.

Her wiha li Semsûrê jî du kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor dîmenan û agahiyan ziyanên malî jî li van parêzgehan gelek zêde ne.

Şaredarê Rihayê: Di bin avê de mirov hene

Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Zeynel Abidin Beyazgul ragihand, ji ber lehiyê di bin avê de mirov hene û xebatên lêgerînê berdewam in.

Pêştir li Rihayê 4 kes û li Semsûrê jî kesekî canê xwe jidest dan. Piştî xebatên lêgerînê di xaniyekî jêrzemîna Apartmana Yavuzlar a Taxa Tandogan a Rihayê, 5 kes di mirî hatin dîtin. Herî dawî termenê 3 kesên din jî  hatin dîtin û hejmara kesên canê xwe jidest dan gihişte 14 kesan.

LiRihayê otombîleke ku 7 kes tê de bûn wenda bûye û heta niha nehatiye dîtin.

Zeynel Abidin Beyazgul got: "Ji ber lehiyê di bin avê de mirov hene û xebatên lêgerînê berdewam in. Em di xebatên lêgerînê de zehmetiyan dikşînin. Belemeke ku tîmên rizgarkirinê bikar dianîn noqî avê bû û du karmendên berevaniya şaristaniyê wenda bûn. Yek jê hat rizgarkirin û yek jî wenda ye."

Di lehiyê de bi dehan otombîl bi avê re çûn û hejmareke zêde ya malan di bin avê da man. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyyubiyê di bin avê de man û nexweşên di beşên çavdêriya hûr de bo nexweşxaneyên din hatin veguhestin.

Çemê Qereqoyun ê nav bajêr ku nêzîka 50 sal e çikiya ye niha bi lehiyê diherike û gelek cihên dîrokî yên bajêr jî dibin avê de man. Li piraniya bajêr hatûçûna trafîkê rawestiya û pir û rê di bin avê de man. Li tevahiya parêzgehê dibistan jî bo rojekê hatin girtin.

Ji aliyê din ve di dema serdana Zeynel Abidin Beyazgul de bo cihên lehiyê hejmarek welatiyan nerazîbûn nîşan dan û cerdevanên Beyazgul wî ji qadê dûrxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin