Heft sal di ser çûna Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê re derbas dibin

Heft sal di ser çûna Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê re derbas dibin

.

A+A-

Heft sal di ser çûna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê re derbas dibin. Li Kobanê, Pêşmergeyan balansa şer guherî û di encamê de DAIŞê hat şikandin û Kobanê ji ketin û dagîrkirinê rizgar bû. Piştî azadkirina Kobanê û bidawîbûna şer, Pêşmergeyan çekên xwe bexşandin şervanan û ti destêwerdanek di karûbarên navxweyî yên Kobanê û Rojavayê Kurdistanê de nekirin û vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Berî heft salan, piştî 134 rojan ji berxwedana şervanan li hember çekdarên DAIŞê, roj bi roj dorpêça li ser şervanan zêdetir dibû, nêzîkî 80 ji sedî ji bajarê Kobanê ket destê teroristên DAIŞê û hezaran jî xelk koçber bû. Wê demê li ser dawaza Serokê Barzanî, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Kobanê hatin şandin û bi hevkariya Hevpeymanan, şer di berjewediya Kurdên Rojavayê Kurdistanê yekalî bû û tevahiya bajêr hat rizgar bû.

Roja 22/10/2014an, Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza Serok Barzanî, ji bo gotûbêjkirina rewşa Kobanê civiya. Di civînê de, Parlemantoya Kurdistanê bi koma dengan daxwaza Serok Barzanî ya ji bo şandina Pêşmergeyan bo Kobanî û alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî pesend kir.  

Roja 28/10/2014an, yekem karwana hêza Pêşmerge ku hejmara wan 150 Pêşmerge bû, bi çekên sivik û giran bi 40 otomobîlên leşkerî ber bi Kobanê ve bi rê ket û bi dirêjahiya rê ji Başûr, Bakur û heta gihîştina Rojavayê Kurdistanê, welatiyên Kurd bi ala Kurdistanê, sirûda niştimanî, çepik û tilîliyan pêşwazî li hêza Pêşmerge kirin, ji ber ku bi nêrîna Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, şandina hêza Pêşmerge bo Kobanê, bûyereke dîrokî bû.

Herwiha şandina hêza Pêşmerge bo Kobanê, karvedaneke navdewletî jî li pişt xwe anî û beşeke mezin a medyaya cîhanê romala çûna Pêşmergeyan di nava xaka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re bo Rojavayê Kurdistanê kirin.

Bi gihîştina hêza Pêşmerge re, balansa şer hat guhartin û di demekê de ku tenê ji sedî 20 ji Kobanê di destê şervanan de mabû, Pêşmerge û şervanan mil bi mil hev girtin û rûbirûbûyî DAIŞê bûn. Girê Kaniya Kurdan û taxa Meştel ku dawî xala rojhilatê bajêr bû, ji destê çekdarên DAIŞê derbixin û piştre navenda bajêr jî bi temamî ji DAIŞê pak bikin û Kobanê ji metirsiya ketinê rizgar bikin.

Di roja 20/1/2015an de, yekem şehîdê Pêşmerge yê bi navê Zêrevan Ekrem li Kobanê giyanê xwe pêşkêşî xaka Kurdistanê kir û şehîd bû. Hejmarek Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Pêşmergeyên Kurdistanê li ser daxwaza şervanan, wek hêza piştevaniyê beşdarî di şer de kirin, piştî bidawîbûna şer û erkê wan, çekên xwe bexşandin şervanan û bi serbilindî vegeriyan Başûrê Kurdistanê, bêyî ku destêwerdanê di rewşa Kobanê û Rojavayê Kurdistanê de bikin.

Li gor amaran, di şerê Kobanê de zêdetir ji 2 hezar û 800 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Beşeke mezin ji bajarê Kobanê ji ber şer wêran bû.

Piştî azadkirina Kobanê, roja 1ê Mijdara 2015an bi hezaran Kurd li seranserî cîhanê ji bo nîşandana xweşî û şahiyê derketin ser kolanan, piştre jî ew roj wek Roja Azadkirina Kobanê hat naskirin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin