HDP Wê Sibê Biçe Başûrê Kurdistanê

HDP Wê Sibê Biçe Başûrê Kurdistanê

Şandeke Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel her sê serokatîyan dicive.

A+A-

Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel hersê serokatiyan dicive.

Nûnerê HDPê yê li Herêma Kurdistanê dibêje, Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli serokatiya şanda wê partiyê dike.

Nûnerê HDPê yê li Herêma Kurdistanê, Abid Îke ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, Roja Şemiyê, 7ê Îlonê şanda partiya wan bi serokatiya Sezai Temelli serdana Herêma Kurdistanê dike û bo dema 4 rojan li Hewlêr û Silêmaniyê dimînin.

Abid Îke got,“Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û sê parlamenter di nav şandê de cîh digirin.”

Îke herwiha got, “Armanca serdanê jî civîna ligel hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê, partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye.”

Ji çend roj berî niha ve, şandeke jinan a HDPê jî bi serokatiya parlamentera wê partiya ya Êlihê, Feleknas Uca serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Wê şanda jina a HDPê di maweya serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê, heta niha bi çend berpirs û aliyên siyasî re û ji wan jî Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwas Fayiq re hevdîtin pêkaniye.

Feleknas Uca du roj berî niha di daxuyaniyeke rojnamevanî de li Hewlêrê, daxwaza avakirina yekîtî û tifaqa navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kiribû.

Uca gotibû, ji bilî sînorê ku li ser axa Kurdistanê hatine çêkirin, dijmin dixwaze di mejiyê Kurdan de jî sînoran çêbike û bang li gel û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kiribû û gotibû, dive yekîtiyeke Kurdan bê avakirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin