HDP: Ev darbeyeke nû ya siyasî ye

HDP: Ev darbeyeke nû ya siyasî ye

Li hember biryara îro ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşan da û ragihand: Ev darbeyeke nû ya siyasî ye. Ev di heman demê de helwesteke dijminkarî li dij

A+A-

Li hember biryara îro ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşan da û ragihand: Ev darbeyeke nû ya siyasî ye. Ev di heman demê de helwesteke dijminkarî li dijî îradeya gelê Kurd e.

 

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê derbarê ji kar dûrxistina şaredarên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

HDPê ji kar dûrixstina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê û danîna qeyûman li ser wan şaredariyan weke darbe bi nav dike û dibêje, ev yek helwesteke dijminkarî li dijî îradeya gelê Kurd e.

 

HDP dibêje: “Hevşaredarên me ku li Amedê bi rêjeya 63 ji sedî, li Mêrdînê bi rêjeya 56 ji sedî û li Wanê jî bi rêjeya 53 ji sedî hatin hilbijartin bi fermana ji derewan û hincetên bêhiqûqî yên Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Li dijî endamên me yên meclîsa şaredariyan û xebatkarên şaredariyan operasyoneke giran a destgîrkirinê tê kirin.

 

Ev yek darbeyeke nû û siyasî ye. Di heman demê de helwesteke dijminane ye li dijî îradeya siyasî ya gelê Kurd. Wezareta Navxwe navenda darbeyê ye, maşekêşa kiryar û biryarên li dijî demokrasiyê ye, navenda provokasyon û desteserkirina azadî û mafane.”

 

Qeyûman şaredarî veguherandibûn wêraneyê

 

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê di beşeke din a daxuyaniya xwe de amaje bi serdema danîna qeyûman berî hilbijartinên 31ê Adarê dike û dibêje, qeyûman şaredariyên li Bakurê Kurdistanê di bin deynan de hîştibûn û ew veguherandibûn wêraneyekê.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di dema qeyûman de li van sê şaredariyên bajarên mezin hemû çavkaniyên şaredariyan hatibûn çikandin û wêraneyek li holê hatibû hiştin. Mîna ku di raporên dîwana muhasabetê jî hate dîtin ku Wezareta Karên Hundir û desthilatdarî bi rêya qeyûman bûne navenda karên nelirê.

 

Ev desthilatdariyê û Wezareta Navxwe tehemul nekirine ku karên nelirê yên dema bihurî ya qeyûman, rezîltiyên qeyûman ên li dijî çavkaniyên gel kirin eşkere bibin.”

 

Gelê me van kiryaran bi ti awayî qebûl nake

 

Partiya Demokratîk a Gelan amaje bi wê yekê dike, ku rewatiya desthilatdariya niha ya Tirkiyê nemaye û tekez dike, “gelê me van cure kiryaran qebûl nake.”

 

Di daxuyaniya HDPê de wiha hatiye gotin: “Bi qasî serê derziyê rewatiya demokratîk a vê desthilatdariyê nemaye. Destdanîna ser îradeya gel, tişta di sindoqan de bi dest nexistine, bixwazin bi dek û dolab û şîddeta dewletê bi dest bixin, bûye tiştekî asayî ya tifaqa AKP û MHP’ê.

 

Wê gelê me tu carî van tiştan qebûl neke. Wekî berê wê xwedî li îrade, nûnerên xwe yên hilbijartine û wê xwedî li partiya xwe derkeve.”

 

Bêdengî tê wateya pesendkirinê

 

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de HDP bang li civaka Tirkiyê û aliyên siyasî dike ku li hember biryara Wezareta Navxwe ya wî welatî bêdeng nemînin.

 

HDP dibêje: “Li hemberî desthilatdariya ku îradeya gel xesp dike, îradeya sindoq û hilbijartinê nas nake, em banga piştgiriyê li hemû hêzên demokrasiyê, hemwelatiyên me yên xwedîwijdan, partiyên mûxalefetê yên di nav meclîsê de û yên li derveyî meclîsê, saziyên civakî yên sivîl,yekîtiyên sendîka û pîşeyan û komeleyên demokratîk dikin.

 

Li hemberî vê desthilatdariyê bikaranîna rêyên demokratîk ên meşrû û demokratîk, mafekî destûra bingehîn û ya hiqûqa navneteweyîye. Bi têkoşîna hevpar û bi biryar a hêzên demokrasiyê em dikarin demokrasiyê bi dest bixin.

 

Em bang li hemû kesan dikin ên ku di 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê de dengê xwe dane û ji bo têkçûna tifaqa AKP û MHP’ê û ji bo serketina demokrasiyê xebitîne. Ev ne bi tenê kêşeya HDP û gelê Kurd e, ev kêşeya hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Bêdeng nemînin, bedengî tê wateya pesendkirinê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin