HDK: Em kar bo yekgirtina ligel HDKê dikin

HDK: Em kar bo yekgirtina ligel HDKê dikin

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê biryar da, ku bi awayekî ciddî kar bo yekgirtina li gel alîyê din ê Hizba Demokrat HDKê bike.

A+A-

Îro serkirdatîya HDK ku wek PDKÎ jî tê naskirin, li baregeha serekeyî ya partîyê li Koyê civîya û mijara yekgirtina herdu alîyên Hizba Demokrat gotûbêj kir.

Li gorî daxuyanîya piştî civînê, biryar hatîye dayîn ku bi ciddî hewl bo yekgirtina HDK bihên dan.

HDK dibêje, wan bi hurî ew pirs nirxand û ew dê hewlên ciddî bo yekgirtinê bidin.

Di debrarê kêşeyên navxwe yên HDK de jî, di daxuyanîyê de hatîye gotin, ew mijarên ku di desthilata kongireyê de ne ji bo dema kongreyê hatin hiştin, mijarên di desthilata serkirdatîya wê hizbê de ne jî, bi organên pêwendîdar hatine spartin, ji bo cîbicîkirina biryarên ku di wê civînê de hatine dayîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin