Hacî Mehmûd bo Cemîl Bayik: Hûn dê çawa hevkariya YNKê bikin?

Hacî Mehmûd bo Cemîl Bayik: Hûn dê çawa hevkariya YNKê bikin?

.

A+A-

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd di derbarê banga Cemîl Bayik a ji bo piştgiriya YNKê de got “PKK berbijêrên xwe hene. Wê demê ew dê çawa dengên xwe bide YNKê?”

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd beşdarî bultena Rûdawê “Demjimêra Hilbijartinê” bû û derbarê xebatên hilbijartinê yên partiya xwe de axivî.

Hecî Mehmûd got ku eger di hilbijartin "sextekarî” neyên kirin, ew dikarin 2 an 3 parlamenteran derxin.

Herwiha Hecî Mehmûd diyar kir ku li herêma sêyam a Silêmaniyê, Diyala, Kerkûk û hewlêrê berbijêrên wan bi hêz in û plan dikin li wan deran bi piştgiriya ku ji gel distînin parlamenteran bişînin Bexdayê.

Piştî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Herêma Kurdistanê PSDK bi 20 berbijêran xwedî herî zêde berbijêran e, li ser vê yekê Hecî Mehmûd got “Hewqas zêde berbijêr dibe ku ji me re bibe pirsgirêk. Berê li Herêma Kurdistanê 3 heremên hilbijartinê hebûn. Niha jî li 12 heremên hilbijartinê hatiya dabeşkirin. Herwiha Mûsil, Kerkûk û Diyala jî hene. Bi gişti 20 heremên hilbijartinê hene. Lê metirsiya vê yekê jî heye ku dengên me bi vî awayî belav bibin. Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li pêşiya me ne.”

Li aliyê din Hecî Mehmûd di derbarê banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik ya ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Iraqê ku tê de xwestibû piştevaniya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bikin de got “Divê her kes qada xebat û sînorên xwe bizanibe.”

Hecî Mehmûd got jî “PKK bixwe bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinên Iraqê dibe. Li Silêmanî, Ranya û cihên din berbijêran nîşan dane, ev yek tê zanîn. Wê gavê ew dê çewa deng bidin YNKê. Dibe ku ev bang zirarê bide YNKê, bi taybetî di warê têkiliyên bi welatên herêmê re.”

Tevgera Azadî ku bi nêzîkatiya xwe ya bi PKK'ê tê naskirin, di 2ê Îlona ragihandibû ku dê li Hewlêr û Duhokê piştgiriyê bidin 2 berbijêrên Suryan, herwiha li Hewlêrê, Silêmaniyê, û Duhokê piştgiriyê bide Hevpeymaniya Kurdistanî ya tifaka Tevgera Goran û YNKê.

Di 29ê Îlonê de Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di hilbijartinên li Herêma Kurdistanê û Iraqê de piştevaniya xwe ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihandibû û got: “Divê her kes ji bo YNKê bixebite ku di van hilbijartinan de encameke xurt bi dest bixe.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin