Guneştekîn: Yaşar Kemal her tim digot 'welatê min Kurdistan e'

Guneştekîn: Yaşar Kemal her tim digot 'welatê min Kurdistan e'

.

A+A-

 Karsazê Wanî Şemsedîn Bozkûrt daxwaz û pêşnîyar kir ku sala 2023an weke sala nivîskarê Kurd Yaşar Kemal were ragihandin ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya sala Yaşar Kemal de çalakî werin encamdan da ku Yaşar Kemal were bîranîn. Ahmet Guneştekîn piştgiriyê da wê yel û got “Yaşar Kemal her gav digot 'welatê min Wan e û Kurdistan e.'

Karsazê Wanî Şemsedîn Bozkûrt got “Em dê bi daxwaznameyekî serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê bixin ku ew bi fermî daxwaza me gotûbêj bikin da ku sala 2023an weke sala Yaşar Kemal were ragihandin.”

Li ser vê yekê yek ji nêzktirîn kesê nêzikî nivîskarê Kurd Yaşar Kemal hunermedê Kurd Ahmet Guneştekîn ji bo ku sala 2023 bibe sala Yaşar Kemal  ji Rûdawê Re axivî û got “Bi rastî ev fikir ne fikrekî nû ye, ev fikir çend sal e heye lêbelê kesek wekî kampanya çênekir. Ev fikir fikrekî giring e, ez vê fikrê gelek giring dibînim. Dibe ku belkî berê hewl hatibin dayîn lê he jî ne derenge. Fikirekî baş e.”

Ahmet Guneştekîn diyar kir ku malbata Yaşar Kemal xelkê wanê ne û wiha got “Malbata Yaşar Kemal ji Wanê çûne aliyê Edenê gundê Hemîte yê Osmaniyeyê. Yaşar Kemal li wê derê hatiye dinyayê.”

Herwiha Guneştekîn tekez kir û got “Yaşar Kemal her gav digot 'welatê min Wan e û Kurdistan e.' Fikrên wî wisa bûn. Pir hez dikir û dixwest ku milet bizanibe ku xelkî Wanê ye û Kurd e.”

Guneştekîn axavtina xwe wiha berdewam kir “Ev fikreke baş e ku sala 2023an li cihan, Kurdistan û Tirkiyê bibe sala Yaşar Kemal.  Wek sembolîk tiştek baş e, ji ber ku di 2023an de temenê Yaşar Kemal dibe 100 sal î. Di vî warî de çi bikeve ser milê me, em amade ne.”

Karsazê Wanî Şemsedîn Bozkûrt got “Em dê bi daxwaznameyekî serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê bixin ku ew bi fermî daxwaza me gotûbêj bikin da ku sala 2023an weke sala Yaşar Kemal were ragihandin.”

Nivîskarê Kurd Yaşar Kemal ê ku bi eslê xwe ji gundê Arnêsê yê bi ser navçeya Bêgira Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, li gundê girêdayî Osmaniyê Hemîteyê hatiye dinyayê. Yaşar Kemal her çend Kurd be jî hemû berhemên xwe bi Tirkî nivîsiye û ew çendîn car ji bo xelata nobelê weke namzed jî hatiye ragihandin lê komîte ya nobelê xelat nedan Yaşar Kemal.

Yaşar Kemal di 6ê Cotmeha 1923an de jidayîk bûye û di sala 2023an de sed salîya wî ye. Niviskarê navdar ê Kurd Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an de jiyana xwe jidest dabû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin