Grûpeke çekdar yên ser bi Tirkiyê ve 3 welatiyên Kurd revandin

Grûpeke çekdar yên ser bi Tirkiyê ve 3 welatiyên Kurd revandin

.

A+A-

 Li Rojavayê Kurdistanê grûpeke çekdar a ser bi Tirkiyê ve li 3 welatiyan ji gundekî Efrînê direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, ragihand ku çekdarên grûpa bi navê “Feyleq Elşam” a ser bi Tirkiyê 3 welatî, yek ji wan jin e, ji gundê Fafirtîn ê ser bi nahiyeya Şêrawa revandin.

Li gorî heman zanyariyan, ku nû hatine belavkirin, berî nêzîkî 2 heftiyan ew hersê welatî ji gundê  Fafirtîn hatibûne revandin û navên wan: Ekrem Hesen Hisên ê 25 salî, Xalid Ehmed Ehmed ê 20 salî û Nazê Omer Ehmed a 18 salî, ku hevjîna Xalid Ehmed e.

Her li gorî zanyariyan jî, piştî destêwerdana xelkên gund ew jin hate berdan, lê herdu welatiyên din rastî îşkenceyeke tund hatin û piştre hatin veguhastin bo girtîgeha gundê Îskan û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Çavkaniyên nêzîk ji bûyerê diyar dikin ku ew kes bi tometa ku berê kar bi bi Rêveberiya Xweser re kirine, hatine girtin.

Li Efrînê mafên mirov tên binpêkirin, rojane xelk tê kuştin, tên revandin û êşkencekirin. Yên tên girtin bi pereyan tên azadkirin, ji destpêka îsal ve zêdetyî 100 kesan li Efrînê hatine revandin ku zarok û jin di nav wan de ne û rêjeya jinan zêde ye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her curên çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin