Girtîyê kurd hat sêdarkirin

Girtîyê kurd hat sêdarkirin

Hat ragihandin ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd bi tohmeta kuştina kesekî hat bidarvekirin.

A+A-

Dezgeha mafên mirovan a Hengawê ragihandiye, îro danê sibê li girtîgeha Sine girtiyekî kurd bi navê Ehmed Îranî hat bidarvekirin.

Ehmed Îranî di sala 2012an da, bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û cezaya bidarvekirinê bi ser wî da hatibû sepandin.

Hengawê ragihand ku çend roj berê, piştî ku Ehmed Îranî zanîbû dê wî bi dar ve bikin, dev û çavên xwe dirûtibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin