Gergerlîoglûyî serî li Dadgeha Destûrî daye

Gergerlîoglûyî serî li Dadgeha Destûrî daye

.

A+A-

Omer Farûk Gergerlîoglûyî gotiye “dadgehek heye ku edalet daye Enîs Berberlîoglûyî, ez jî li bendî heman biryarê me.”

Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo biryara betalkirina parlamenteriya wî, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.

Gergerlîoglûyî daxwaz kiriye ku biryar were betalkirin. Beriya serlêdanê Gergerlîoglûyî tevlî Erol Katircioglû, Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê û parêzerên xwe li ber avahiya Dadgeha Destûrî civîneke çapemeniyê li dar xistine.

Gergerlîoglûyî biryara Dadgehê ya derbarê Enîs Berberoglû, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) bibîr xistiye ku piştî biryarê careke din mafê parlamenteriyê bi dest xistibû.

Gergerlîoglû wiha axiviye: “Digel ku sûcê min nebû, parlamenteriya min betal kirin. Herkes vê neheqiyê dizane. Lê hîn jî beşek ji mirovan bêdeng in. Bêhiqûqiyek, kuştineke darazê li holê ye ku sibehê dikare li we jî bibe. Li beramberî vê bêdeng nemînin. Îro li min, sibê li we ye, paşê jî wê li hinekî din bikin. Tohmeta li min tê kirin ji ber parvekirineke min a li ser Twitterê ye. Ti ebdekî Xwedê nîne ku dikare ji vê re bibêje sûc e. Ji bo mirov vê bêhiqûqiyê fam bike, hewce nake hiqûqnas be.”

“Em li bendî biryareke adil in”

Gergerlîoglûyî diyar kiriye ku wî ji bo cezayê lê hatiye birîn, serî li Dadgeha Destûrî daye û wiha dewam kiriye: “Dadgeha Destûrî li bendî çi ye. Li bendê ye parlamenterek bikeve girtîgehê? Em îro jî serlêdaneke din dikin. Û em li bendî biryareke adil in. Wê baweriya min bi kê were. Heke Dadgeha Destûrî edaletê dabîn neke wê baweriya min bi kê were. Dibe siyasiyan daraz xistibin destê xwe lê Dadgeha Destûrî dikare vê bide sekinandin. Dadgehek heye ku edalet daye Enîs Berberoglûyî, ez jî li bendî heman biryarê me. Ez çima bibim mirovekî wiha ku parlamenteriya wî hatibe betalkirin. Ez mirovekî wiha me ku ji bo gelî bi dil û can dixebitim. Gelo ji bo ez binpêkirinên mafan derdixim holê ev li min tê kirin?” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin