Fransa navbeynkariya Îran û Amerîkayê dike

Fransa navbeynkariya Îran û Amerîkayê dike

Lûtkeya G7 bi dawî bû, lê mijarek ku di nav G7ê de axaftin li ser hat kirin, hêj bi germî maye, ew jî pirsa alozîya navbera Îran û Amerîkayê ye.

A+A-

Lûtkeya G7 bidawî bû, lê mijarek ku di nav G7ê de axaftin li ser hat kirin, hêj bi germî maye, ew jî pirsa aloziya navbera Îran û Amerîkayê ye. Serokomarê Fransayê Macron piştî lûtkeyê di hevpeyvîneke televizyonî de hurgiliyên vexwendina Wezîrê Derve yê Îranê  Îranê Mihemed Cewad Zerîf bo wî bajarê Lûtkeya G7 lê hat sazkirin eşkere kirin.

 

Bi gotina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, niha zemîn çêbûye bo civîna navbera serokên Îran û Amerîkayê. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî dibêje, eger rewş maqûl be, amade ye ligel hevtayê xwe yê Îranî bicive, lê divê Îran tevgera xwe baş bike.

 

Emmanuel Macron got: “Tişta piştî xwarina êvarê min biryar da bikim ew bû ku wezîrekî Îranê vexwînim, derbarê vê yekê de min serok Trump jî agahdar kir û min hewl da mijarê bibim bi pêş de. Loma ev ne tevgereke poker bû, lê ev hewldan bûn, ev rola Fransayê bû bo navbênkariyê. General De Gaulle dibêje, dîplomasî hinek caran hewl dide pencereyên şikestî li hev bigire. Tişta wan bi hev ve girê dide ev e. Lewra me hewl da û me karî bigihin qonaxeke nû di krîza Îranê de.”


 

Bi gotina Serokê Fransayê, niha zemîn çêbûye bo civîna navbera serokên Îran û Amerîkayê. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî dibêje, eger rewş maqûl be, amade ye ligel hevtayê xwe yê Îranî bicive, lê divê Îran tevgera xwe baş bike.


 

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got: “Eger rewş guncaw û baş be, bêguman bi vêna razî dibim. Lê di heman demê de divê ew jî lîstikvanên baş bin. Tu ji vê fam dikî ku ev tê çi wateyê, ew nikarin wê yekê bikin ku digotin; em vana dikin, ji ber eger van tiştan bikin rûbirûyê hêzeke gelekî dijwar dibin. Ti bijardeyeke me nîne, loma bawer im ku ew baş dibin.”


 

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî roja Sêşemê ragihand ku tenê bo wênegirtinê ligel Trump nacive, lê demekê dicive ku bikaribin pirsgirêkan çareser bikin, bo vê yekê jî divê Amerîka cezayên li ser Tehranê rake.


 

 Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî wiha axivî: “Derbarê peywendiyên navbera Îran û Amerîkayê de; bê wêya Amerîka dest ji ambargoyan berde û wê rêya şaş ku daye pêşiya xwe venekişe, em nabin şahidê ti qonaxeke erênî, qonaxeke erênî, mifteya wê di destê Washingtonê de ye. Em li pey çareserkirina pirsgirêkan in bi rêyeke maqûl, ne bi pey girtina wêne de. Ew ku kesek bixwaze wêne ligel Hesen Rûhanî bigire, nabe, tenê ew dem nebe ku dest ji hemû ambargoyên xwe berdin û rêzê li mafê xelkê Îranê bigirin, wê demê rewş diguhere, dikarin lê bifikirin û li gor berjewendiyên niştimanî tevdigerin.”


 

Aloziyên navbera Îran û Amerîkayê wek xwe mane, lê serdana Wezîrê Derve yê Îranê bo Biarritz û civîna wî ligel Serokê Fransayê rewş guhert, li gor Serokê Fransayê pêngavên baş avêtine, dibe di siberojeke nêzîk de serokên Amerîka û Îranê bicivin û bi hevre pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin