Foruma bazirganiyê ya Tirkiyê, Iraq û Herêma Kurdistanê birêve çû

Foruma bazirganiyê ya Tirkiyê, Iraq û Herêma Kurdistanê birêve çû

.

A+A-

 Ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê ve “Forûma Veberhênan û Bazirganî ya Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê” li Stenbolê birêve çû. Di forûma ku bi mebesta bipêşxistina peywendiyên bazirganiya di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de hate sazkirin de çend panel, hevdîtinên dualî û gotûbêj hatin kirin.

 Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê li Stenbolê “Korbenda Veberhênan û Bazirganî ya Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê” saz kir. Di forûmê de ji bo bipêşxistina peywendiyên bazirganiya di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de çend panel, gotûbêj û hevdîtinên dualî hatin kirin.

Di foruma bazirganiyê de ji gelek sektoran nêzî 200 kompanî û ji Iraq û Herêma Kurdistanê jî 28 berpirs û rayedarên payebilind amade bûn. Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah li gel şanda Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê hevdîtinekê pêk anî. Di hevdîtinê de li ser rewşa bazirganiya Tirkiye û Herêma Kurdistanê danûstandin hate kirin.

Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mehmet Muş got: “Di hinardeya Tirkiyê ya bo cîhanê de Iraq di rêza 4an de cih digre. Tirkiye jî ji bo hinardeya Iraqê di rêza 3yan de ye. Di sala 2020an de nêzî 11 hezar û 500 kompanyaya me bo Iraqê îxracat kiriye.”

Serokê Konseya Kar ya Tirkiye û Iraqê Emîn Taha jî dibêje: “Di vê kombûnê de em hewl didin ku pirsgirêkên vîzeyê çareser bikin. Her wiha hêsankarî bo veberhênan û karsazan bê kirin. Her wiha bi taybetî em dixwazin di sektora pîşesaziyê de hevkariyê bipêş bixin û tecrubeya pîşesaziya Tirkiyê bo Bexda û Herêma Kurdistanê neqil bikin.”

Bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah şandeyeke berfireh jî di forûmê de amade bûn û li gel şanda Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê hevdîtinekê pêk anî.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah jî got: “Di hevdîtina me ya li gel Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê de wek berdewamiya civîn û hevdîtina Serokwezîr û Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê bû. Me li gel şandeyê li ser bipêşxistina peywendiyên bazirganiyê gotûbêj pêk anî. Her wiha li ser çend xalên nû jî ku em ê li serê kar bikin danûstandin hatin kirin. Ji bo bipêşxistina peywendiyên du qolî û çareserkirina pirsgirêkên heyî hevdîtineke erênî bû.”

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed jî got: “Em dixwazin ku şirketên Tirkiyê karê veberhênan û geşt û guzariyê li Herêma Kurdistanê bikin. Yasayên me hêsan û eşkere ye. Di berjewendiya karsazan de ye.”

Ji Iraq û Herêma Kurdistanê 28 berpirs û rayedarên payebilind beşdarî li foruma bazirganiyê ya li Stenbolê kirin. Wezîrê Bazirganiya Iraqê ji Rûdawê re da zanîn ku ew dixwazin bi Tirkiyê re di warê veguhestin û binesaziyê de hevkariya xwe bipêş bixin.

Wezîrê Bazirganiya Iraqê Ala Ehmed Hesen Ubeyd jî got: “Beşdariyeke berfireh a kerta taybet di forumê de heye. Şandeke pilebilind a hikûmetê ligel kerta taybet li vir e. Armanc ji vê hevdîtinê ew e ku rêkxistina peywendiyên aborî ne.”

Di korbenda bazirganiyê de ji sektorên enerjî,  teknolojî, avahîsazî, pîşesazî û tendurustiyê nêzî 200 kompanîyên ji Tirkiye, bakurê Kurdistan, Iraq û Herêma Kurdistane beşdar bûn. Tirkiye bi rêjeya 20, 7 milyar dolarî di nav welatên cînar de herî zêde bi Iraq û Herêma Kurdistanê re xwedî peywendiya bazirganî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin