Firat Cewerî: Ev xelat wek mizgînîya rakirina sînoran e

Firat Cewerî: Ev xelat wek mizgînîya rakirina sînoran e

Firat Cewerî ji ber ku 40 sal in nivîskarîyê dike û heta niha 40 pirtûk nivisandîye, 40 hejmar kovara Nûdem weşandîye hatîye xelatkirin.

A+A-

Ferid Demirel

Rêveberîya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê nivîskar Firat Cewerî hêjayî xelata “Qelema Zêrîn” dîtîye. Xelat di 3yê Adarê de li Hewlêrê bi merasîmekê hatîye dayîn. Cewerî ji ber ku 40 sal in nivîskarîyê dike û heta niha 40 pirtûk nivisandîye, 40 hejmar kovara Nûdem weşandîye hatîye xelatkirin.

Alîkarê Wezîrê Çandê, Walîyê Hewlêrê, helbestvan, nivîskar û rojnameger beşdarî merasîma xelatdayînê bûne ku li Best in Erbil Hotelê pêk hatîye.

Cewerîyî derbarê vê xelatê de ji bianetê re axivî û wiha got:

“Bêguman ez bi vê xelatê pir kêfxweş bûm. Gava mirov ji alîyê welatê xwe û welatîyên xwe ve tê xelatkirin mirov bêhawe dilşa û kêfxweş dibe. Wekî din, ev xelat wek mizgînîya rakirina sînoran e.

 

“Bi xêra xelatên weha, ew sînorên di navbera kurdan de hatine çikandin, radibin û pirek danûstandinê di navbera kurdên perçeyên cihê de ava dibe. Yanî em li perçeyên cihê bijîn jî, em bi zarava û alfabeyên cihê binivîsin jî, dîsa em pincarê eynî hewşê ne. Bi helwestek weha, pincarê hewşa me êdî bi me şêrîntir dibe.”

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin