FAFTê Tirkiye xistiye “lîsteya gewr”

FAFTê Tirkiye xistiye “lîsteya gewr”

.

A+A-

Hêza Erka Çalakiya Darayî (FATF) ya OECDyê, ji ber di têkoşîna li dijî fînasekirina terorîzmê û şuştina pereyên neqanûnî de wezîfeyên xwe pêk neaniye, Tirkiye xistiye lîsteya gewr. Wezareta Xezîne û Darayî gotiye, “Me ev encam heq nekiribû.”

 

Hêza Erka Çalakiya Darayî (FATF) ya bi Rêxistina Hevkarî û Geşepêdana Ekonomîk (OECD) biryarên xwe yên di Civîna Lijneya Giştî de wergirtine duh (21ê Çiriya Pêşiyê) aşkere kiriye. FAFT vê hefteyê li Parîsê, paytexta Fransayê civîna xwe li dar xistibû.

Ji ber di têkoşîna li dijî fînasekirina terorîzmê û şuştina pereyên neqanûnî de wezîfeyên xwe pêk neanîne, FAFTê Tirkiye, Urdin û Malî xistiye lîsteya gewr.

Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: “Digel karên ahengê welatê me xistine lîsteya gewr ku me ev encam heq ne kiribû. Piştî vê pêvajoyê, em ê hevkariyê bi FATF û hemû saziyên têkildar re bikin û gavên hewce biavêjin û em ê bikin ku di demeke kurt de welatê me ji vê lîsteya heq nekiriye, derxin.”

Li gorî nûçeya beşa kurdî ya Dengê Amerîka, Berpirsê Giştî yê FATFê, Dr. Marcus Pleyerî ragihandiye ku “Pêdivî ye ku Tirkîyê di pişesazîyên banka, firotina milk, zêr û cewher de, pirsgirêkên cidî yên çavdêriyê çareser bike.”

Tirkiye di sala 2019an de hişyar kiribûn

Dr. Marcus Pleyer gotiye ku divê Tirkîyê nîşan bide û bibêje ew bi rengekî xurt dijî dozên tevlihev yên şûştina pereyan re tekoşîn dike û nîşan bide ku ew dozên fînanskirina terorê dişopîne û dozên rêxistinên terorî yên NY yên wek DAIŞ û El Qaîde, dide pêş.

FATFê sala 2019an derbarê lîsteya gewr de Tirkiyê hişyar kiribû û diyar kiribû ku, “Eger Tirkiye di salên pêş de di tekoşîna şuştina pereyên neqanûnî û fînansekirina terorê de pêş nekeve em ê wê bixin nav lîsteya gewr.”

Derbarê FAFTê de

Welatên G7 di sala 1989an li Parîsê FAFT ava kiribûn. Sazî li ser asta cîhanê derbarê qaçaxçitiya mirovan, madeyên hişber, êrîşên terorî û fînansekirina çekêm kîmyewî, şuştina pereyên neqanûnî û hinek tawanên din standartên navdewletî diyar dike.

Di lîsteya gewr a FATFê de welatên wek Albania, Bahama, Barbados, Kamboçya, Gana, Îzlanda, Jamaika, Mogolistan, Myanmar, Pakistan, Nikaragua, Panama, Sûriye, Uganda, Yemen û Zimbabwe hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin