Erdogan: Em ê bi hev re herêma aram ava bikin

Erdogan: Em ê bi hev re herêma aram ava bikin

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji bo “herêma aram” ew û Amerîka dê bi hev re kar bikin û navendeka hevbeş pêk bînin.

A+A-

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji bo “herêma aram” ew û Amerîka dê bi hev re kar bikin û navendeka hevbeş pêk bînin.

Recep Tayyip Erdogan di civîna rojnamevanî ya ligel Serokomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy de ragihand ku ji bo avakirina “herêma aram” dê gav bên avêtin.

Erdogan got: " Li gel şanda leşkerî ya Amerîkayê  bo heyama  3 rojan hevdîtin hatin kirin û ew hevdîtin li ser rêbazeke erênî dewam kir. Ligel Amerîkayiyan biryara avakirina navendeka hevbeş ya operasyonê hat dayîn.”

Serokê Tirkiyê anî ziman ku ji bo wan ligel şanda leşkerî ya Amerîkayê tişta giring ew bû, li rojhilatê Firatê gav bê avêtin, ew jî digel Amerîkayiyan pêk tê.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê jî da xuyakirin: “Di zûtirîn dem de navenda hevbeş ya operasyonan li Enqerê tê damezrandin, ji bo hevahengî û encamdana karên damezrandina herêma aram li Sûriyê.”

Hîn naveroka rêkeftina Amerîka û Tirkiyê bi temamî nehatiye eşkerekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin