ENKSê gotinên Aldar Xelîl şemezar kir: Ev hewleke bo hilweşandina dîyaloga kurdî ye   

ENKSê gotinên Aldar Xelîl şemezar kir: Ev hewleke bo hilweşandina dîyaloga kurdî ye  

.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyên yek ji serkirdeyên PYDê yên li dijî Pêşmergeyên Roj ku ew wekî ‘çete’ pênase kiribû bi tundî şermezar kir û daxwaz ji aliyên garatorên diyaloga kurdî kir, sînorekê ji van daxuyaniyan re deyne.

ENKSê got: “Her destdirêjiyeke li ser Pêşmergeyên Roj, destdirêjî û sivikatîkirina ser her malbateke kurd e.”

Emîndariya Giştî ya ENKSê bi daxuyaniyekê gotinên endamê Desteya Serokatiya PYDê û Serokê Şanda Danûstandkar a PYNKê Aldar Xelîl şermezar kir û wiha got:

“Di dema gelê ku li benda gihîştina bi rêkeftina yekrêziya kurdî ye, hin serkirdeyên PYDê car carê derdikevin û daxuyaniyan ji bo hilweşandina danûstandinan didin. Ew daxuyanî jî berdewamiya gefxwarina li malbatên Pêşmerge, şewitandina ofîsên ENKSê û partiyên wê û gurkirina ragihandinê li dijî ENKSê ne.”

Di daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin: “Daxuyaniya Serokê Şanda Danûstandkar a PYNKê ya ku Pêşmergeyên Roj bi çete bi nav kirine, hewleke din e ji bo revîna ji danûstandinên ku bi serperitşiya Amerîka tên birêvebirin e û hilweşandina yekrêziya kurdî ye, ji ber ku ew prose dê rê bide Pêşmergeyên Roj vegerin cihê xwe yên asayî bigirin û berevaniyê di ber herêmên xwe de bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniya ENKSê de hat gotin: “Em wek ENKS tekeziyê li wê dikin, her destdirêjiyek li ser Pêşmergeyên Roj, destdirêjî û sivikatîkirina bi her malbateke kurd e ku kurên wan bi xwîna xwe qurbanî di ber berevaniya li xak û gelê Kurdistanê de kirine.”

ENKSê di daxuyaniya xwe de got: “Em daxwaz ji aliyê gerentîkar ê danûstandinên kurdî Amerîka û HSDê dikin sînoreke dawî ji van destdirêjî û zêdegaviyan re deynin û her kesê baweriya wî bi yekrêziya kurdî nîn e ji danûstandinan dûr bixe. Herwiha daxwaz ji serkirdatiya PYNKê dikin jî, helwesta xwe ji daxuyaniya Serokê Şanda wê diyar bike û lêborînê ji Pêşmergeyên Roj wan ên qehreman û malbatên bixwaze.”

ENKSê ragihand: “Di dema ku em van daxuyaniyan şermezar dikin, ji gelê kurd re tekez dikin ku kurên wan Pêşmerge Roj, xwe ji bo berevaniya di ber gelê kurd de terxan kirine.”

Di dawiya daxuyaniyê de ENKS tekez kir: “Em tekeziyê li pabendbûna xwe bi berdewamiya danûstandinan li ser perensîbên ku me piştre li ser hev kiriye û li ser bingeha rêkeftina Duhokê dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin