"ENKS pabendî rêkeftinan e lê aliyê din poşman bûye"

"ENKS pabendî rêkeftinan e lê aliyê din poşman bûye"

.

A+A-

Endamê Desteya Serokayetiyaa ENKSê û endamê şanda danûstankar Silêman Oso ji Rûdawê re ragihand, ew pabendî wan rêkeftinan in ku ligel PYNKê hatine kirin, lê wiha xuya dike ku “aliyê din ji wan rêkeftinan poşmam bûye”.

Bi gotina Silêman Oso, ji hin daxuyaniyên berpirsên PYNKê wiha dixuye ku baweriya wan bi hevbeşiyê nîne.

Endamê Desteya Serokayetiyaa ENKSê tekez kir, ENKS berdewam e di karê xwe de, lê eger aliyê din nexwaze danûstandinan bike, ew yek bi zorê nayê kirin.

Oso got: “Em weke ENKS em dê berdewam bin di karê xwe de ji bo projeya netewî Kurdî û jibo ku xizmetê di ber milletê xwe de bikin”.

Silêman Oso ji garantoran xwest ku helwesta xwe nîşan bidin, ji ber ku bi gotina wî, aliyê din bi aşkere dixwaze danûstandinan têk bide.

Ji bo çawaniya birêvebirina Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de, ew bêtirî salekê ye ku di navbera herdu aliyên sereke yên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, ENKS û PYNKê de danûstandin destpê kirine.

Ew danûstandin bi serpireştiya Amerîkayê û piştgiriya Fransa û Herêma Kurdistanê tên kirin û heya niha herdu alî li ser hin mijaran li hev kirine, ku rêkeftina siyasî ya 17ê Hezîrana 2020ê mînakeke wan lihevkirinan e.

Herwiha Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî piştgiriya danûstandinên navbera ENKS û PYNKê dike.

Mezlûm Kobanî di dawiya Çileya 2021 de li ser twîttera xwe amaje bi giringiya diyaloga aliyên sereke yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû: “Serkeftina diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de ji bo me armanc e. Lihevkirinên me bi dest xistine girîng in û berjewendîyên xelkê me diparêzin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk daxwaz ji hemû kes û aliyan kiribû, ku ji bo serkeftina diyalogê amadekariyan bikin û tekez kiribû: “Erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin!”

Di 17ê Hezîrana 2020 de şandên herdu aliyên PYNK û ENKS bi amadebûna nûnerê Amerîkayê, li bajarê Qamişlo bi rêya daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, ku gihîştineke lihevkirineke siyasî ya hevbeş.

Li gor wê lihevkirina siyasî ya hevbeş, Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 dibe bingeha danûstandinên navbera herdu aliyan.

Piştre qonaxa duyem a danûstandinên PYNK û ENKSê dest pê kiribû û li gor daxuyaniyên berpirsên herdu aliyan, di wê qonaxê de jî wan pêngavên baş avêtine û di piraniya mijaran de ew gihîştine rêkeftinê.

Di wan demên dawiyê de, ji ber daxuyaniya Aldar Xelîl ya derbarê Pêşmergeyên Rojava de û bersivdanên rayedarên ENKSê, metirsî li ser pêşeroja danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê çê bibû.

 Rûdaw


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin