Emerîka red dike artêşa azad pişikdar bibe di Devera Aram de

Emerîka red dike artêşa azad pişikdar bibe di Devera Aram de

Emerîkayê daxwaz Tirkiyê bo beşdarîkirina artêşa azad di Devera Aram de red kirîye.

A+A-

Emerîkayê  daxwaz Tirkiyê bo beşdarîkirina artêşa azad di Devera Aram de red kirîye.

Ajansa  Blombêrg, di derbarê pêkanîna Devera Aram de, ji zarê dû berpirsên Tirkiyê veguhaztîye, ku di destpêkê de, Emerîka û Tirkiye kar li ser kurahîya 15 Km li bakura rojhlata Sûriyê dikin û divê di ayînde de ew rûber kûrtir bibe; eger na wê demê Tirkiyê derbazî rojhlata Firatê dê bibe.

Li gor wan berpirsên Tirkiyê, Emerîkayê hêj rê ne daye Tirkiyê frokeyên şer li Asmanê wê Devera Aram bikar bihîne. Herweha pêşnyaza Tirkiyê bo beşdarîkirina çekdarên dijberîya Suriyê di wê deverê de hatîye red kirin.

Herweha Aşkere kirine, ku Tirkiyê daxwaz kirîye hejmara serbazên wê li devera aram gelek be, lê Emerîkayê  ew yek jî red kirîye û gotye li beramberî her dû serbazên Tirkiyê wê serbazeke Emerîkayî hebe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin